'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e' 2025-01-04 16:49:32 MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisebîn û Qamişlo hatî destpêkirin 23 roj in didome. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji bo aştiyeke mayînde û birûmet şertê yekemîn azadiya birêz Ocalan e." Çalakiya nobetdê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Mîllî a Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin di roja xwe ya 23’yan de berdewam dike.    Girse ji saetên sibehê ve li qadê kom bû bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” govend gerand. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayîgît û Mahmut Dîndar serdana nobetê kir. Di nobetê de pankarta “Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin” hat vekirin   Di nobeta îro de Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Mêrdînê Fettah Tekîn axivî û got: "Li Rojava sûc tê kirin. Em careke din bang dikin ku dev ji van polîtîkayên çeteyan berdin. Ev çete serê zarokan jê dikin, tecawizê jinan dikin, dixwazin pergala li wir hatiye avakirin têk bibin. Em heta dawiyê li cem gelê Rojava ne û heta dawiyê em ê destkeftiyên wan biparêzin. Beriya ku çete derkevin û êriş bi dawî bibin em ê li vir bin.   'ŞERTÊ YEKEMÎN AZADIYA ABDULLAH OCALAN E'   Piştre parlamenter Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku Rojava di dîrokê de qada parastinê ya cidî ye û bal kişand ser girîngiya Rojava ji bo Kurdistanê. Kamûran Tanhan bal kişand ser hevdîtina Îmraliyê û got: “Birêz Ocalan ji sala 1993’yan ve gotiye ‘Ez ji aştiyeke bi rûmet re amade me’. Li Rojava ji sala 2011’an û vir ve li derdora paradîgmaya Birêz Ocalan jiyanek hatiye avakirin û bi salan e gel bi hev re di nava aştî û aramiyê de dijîn. Şertê yekem ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet ew e ku birêz Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe. Birêz Ocalan bi gel, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re bibe yek. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bi salan bi hincetên cuda tên astengkirin. De werin, deriyên girtîgehê vekin da ku aştiyeke bi rûmet û mayînde pêk were. Destê aştiyê bernedin.2   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.