ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-05 09:00:02   * Prof. Mehmet Bekaroglû diyar kir ku hewceye derdorên siyasî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de “teng û li gorî hesabên demkî” tevnegerin û wiha got: “Divê rêya siyaseta serbest bi temamî were vekirin û qanûn bên amadekirin.”    * Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya jinûveavakirina Sûriyeyê kir û wiha got: “Divê kongreya neteweyî ku hemû pêkhate tê de cih digirin bê lidarxistin. Ji bo aştiyê tekane modêl jî Neteweya Demokratîk e.”    * ANKA-DER’ê ku rêveberiya xwe ya nû diyar kir, sibe dest bi qeydên qursa zimanê Kurdî dike.    * Meta Rojîn Kabaîşê Ozlem Kabaîş û xwişka wê Elîf Kabaîş diyar kirin ku lêpirsîna têkildarî mirina biguman a Rojînê baş nayê kirin û dîmenên wargehê kêm in.    * Siyasetmedaran gotin ku Abdullah Ocalan bi sala ye peyamên aştiyê dide û wiha gotin: “Heke di vê mijarê de jidil bin, bila tavilê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û azad bibe.”    * Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Qamişloyê hatiye destpêkirin didome. (12.00-16.00) ZINDÎ