Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin 2025-01-09 16:23:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin û ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda bînin bakurê Kurdistanê, dê li Rojava bên definkirin.  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji roja hatin qetilkirin heta niha malbatên wan hewl didin cenazeyên zarokên xwe bînin û defin bikin. Lê tevî hemû hewldanan jî îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda.    ÎŞKENCEYA LI CENAZEYAN   Ji ewil ji malbatan re hate gotin ku dê cenazeyên rojnamegeran bînin Qamişloyê û ji Deriyê Sînor ê Nisêbîn a Mêrdînê radestî malbatan bên kirin. Li ser vê yekê malbat hatin ber deriyê sînor ê Qamişloyê lê cenaze nehatin dayin. Piştre jî hate destnîşankirin ku cenaze dê ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê de ye bên teslîmkirin. Li ser vê yekê malbatan di 6’ê Çileyê de xwestin ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê derbasî Başûr bibin. Lê şandeya ku malbat jî di nav de bû hate astengkirin. Li ser vê yekê şandeyê dest bi çalakiya nobetê kir. Nobet du rojan domiya lê îktîdara AKP-MHP’ê destûr neda.    Hat zanîn ku dê cenazeyên Daştan û Cîhan Bîlgî li bajarê Qamişloyê bên definkirin.