HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin 2025-01-14 15:00:02 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaqê de 28 endamên koma paramîlîter a dewleta tirk hatine kuştin û 36 jî birîndar bûne.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şer û pevçûnên duh li gundewarên Minbicê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê qewimîn, eşkere kir.    Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:    “Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di van êrişan de hemû cureyên çekan, balafirên şer, balafirên bêmirov, tank, obîs û çekên giran bi kar tînin. Lê tevahî êrişên wan li hemberî berxwedana şervanên me dişikên.   BERXWEDANA LI GUNDÊN MINBICÊ   Duh (duşem) saet di 12.45’ê nîvroyê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi erebeyên BMB û erebeyên zirxî êrişî Mezreya Ebû Seîd a li başûrê rojhilatê Minbicê kirin. Li vir şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Şehîd Harûn li kombûnên çeteyan da û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li ser vê yekê çete neçar man ji qadê vekişin. Piştre çeteyan careke din êrişeke nû pêk anî. Şervanên me bersiveke mezin da çeteyan û şer derket. Şer heya saetên pêşîn ên êvarê dewam kir. Encama şer wiha ye; 5 erebeyên zirxî û du erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin, li 18 kombûnên çeteyan hate xistin.   Hêzên me bi çalakiyên bibandor li kombûn û nuqteyên çeteyan xistin. Di her carekê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbên giran dixwin de, bi balafirên şer û yên bêmirov bi dijwarî êriş dikin. Di encama êrişan de 4 şervanên me birîndar bûn.   Di pevçûnan de, bi qasî hat tesbîtkirin ku 23 çete hatin kuştin, 24 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e.   ENIYA PIRA QEREQOZAQÊ   Li eniya Pira Qereqozaqê jî şervanên me li nuqte û kombûnên çeteyan ên li gundên Qebû Îmo, derdora Girê Syrialetê xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn, birîna 10 çeteyan giran e.   Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din gundên tijî şênî bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de gundê Bîr Hiso û Girê Rûla yên nêzî Pira Qereqozaqê, balafirgeh û embarên genim ên Sirînê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tu zirar çênebûn. Hemwextî bombebaranê, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundên Bîr Hiso, Cada, Nûr Elî, Girik, Tîne û derdora Pira Qereqozaqê topbaran kirin.   ÊRIŞÊN SER DÊR HAFIRÊ   Li eniya Dêr Hafirê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, lê tu zerar çênebûn. Her wiha 4 dronên xwekujî gundê Miftahiyê bombebaran kirin. Şervanên me dronek xist, 3 dronên din bêyî ku zirar çêbin teqiyan. Droneke din jî li gundê Dibsî Efan li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn xist, lê tu zerar çênebûn. Şervanên me droneke xwekuj xistin. Di heman demê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundê Îmam 4 çalakiyên hewayî li dijî kombûnên çeteyan li dar xistin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.   BÎLANÇO   Bîlançoya duh; 28 çete hatin kuştin, 36 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e. Her wiha 5 erebeyên zirxî û 2 erebeyên leşkerî îmha kirin. Hêzên me li 24 noqteyên çeteyan xistin û droneke xwekujî ya çeteyan hat xistin. 4 şervanên me birîndar bûn û agahî ji 3 şervanên din qut bûye.”