Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir 2025-01-14 16:02:46   AMED - Amedsporê der heqê Umît Ozdag ê ku parvekirinên nîjadperest dike, serlêdana sûc kir.    Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag piştî maça di 12’ê Çileyê de di navbera Amedspor û Ankaragucuyê de hatiye lîstin, Amedspor hedef nîşan da. Ozdag, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal dîmenên berê weke dîmenên nû bin parve kir û bi gotinên nîjadperest Amedspor hedef nîşan da.    Amedsporê ji ber van parvekirinan, der heqê Ozdag de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Di serlêdanê de hate gotin ku Ozdag bi parvekirinên xwe sûcên “Ji bo kîn û dijminatiyê gel sor kiriye û biçûk xistiye” û “Raste rast agahiyên xelet parve dike” kiriye û xwest bê cezakirin.    Desteya Rêveber a Amedsporê têkildarî serlêdana sûc ev daxuyanî da: “Kuluba me têkildarî parvekirin û daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê yên piştî maça me ya bi Ankaragucuyê re li ser platformên X (Twîtter) û Instagramê, gavên pêwîst avêtin. Parvekirinên behsa xeberê, bi naveroka xwe xizmetê ji xerakirina aştiya cemaweriyê dike, beşekê civakê li dijî beşa din sor dike, sûcê avakirina kîn û dijminatiyê ye. Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku me di çarçoveya mafên xwe yên qanûnî de têkildarî parvekirinên behsa xeberê serlêdana sûc kiriye. Weke kulûbeke her tim aştiya civakî û ruhê hevgirtinê yê sporê diparêze, em ê her tim li dijî vî zimanê cihêkar bisekinin.”