Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn 2025-01-21 15:15:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê lidarxistin de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 sivîl jî birîndar bûn.   Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê berdewam in. Li dijî êrişan, di 8’ê Çileyê de çalakiya nobetê hatibû destpêkirin.    Dewleta tirk careke din êrişî welatiyên li Bendava Tişrînê li ber xwe didin kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama êrişê de 2 welatî hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn.