Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin 2025-01-22 15:13:17   ENQERE - Tehliyeya girtî Adnan Çelebî careke din bi hinceta “poşman nîne” û “neçûye qawîşa girtiyên serbixwe” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.    Adnan Çelebî li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin û cezayê wî di 11’ê Îlona 2024’an de xelas bû. Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê roja ku dê Çelebî tehliye bûbûya, tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir.    Çelebî, di 11’ê Kanûnê de careke din derket pêşberî lijneyê. Lijneyê, vê carê jî bi hincetên weke “Poşman nîne” û “Neçûye qawîşa girtiyên serbixwe” tehliyeya Çelebî ji bo 3 mehan taloq kir.    DER HEQÊ ÇELEBÎ DE   Adnan Çelebî, di 14’ê Îlona sala 1994’an de li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê hate binçavkirin. Di 14’ê Cotmeha sala 1994’an de jî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn.