Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî? 2025-01-29 15:12:44 SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û wiha bang li qeyûm kir: “Dizo ma tu şerm nakî. Bêyî jixwe şerm bikî, weke ku vî gelî dengê xwe dabe te tu dikenî û li ser wê kursiyê rûdinî.” Duh li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û îro jî qeyûm hate tayînkirin. Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin didome. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş wek şandeyê hatin bajarê Sêrtê.   Li pêşiya avahiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Qeyum darbeya li dijî vîna gel e” dinivisî hat hilgirtin   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyê de anî ziman ku cara sêyemîn e vîna gelê Sêrtê hatiyê desteserkirin û wiha got: “Gelê Sêrtê îradeya xwe radestî wan nake. Gelê Sêrtê li dijî yên ku wan înkar dikin û diziyê dikin bi serket. Lê dîsa jî ji têkçûyinê têr nebûn û îradeya gel desteser kirin. Vîna gelan tune hesibandin. Li tu cihekî dinyayê talaneke bi vî rengî tune ye. Gel her tim bi awayekî xurt we di sindoqan de têk dibe lê hûn dîsa şerm nakin û qeyûm tayîn dikin.”    ‘DIZO MA TU ŞERM NAKÎ?   Bakirhan, bal kişand ser wêneyê qeyûm kişandî û parve kirî û wiha got: “Dizo ma tu şerm nakî. Bêyî jixwe şerm bikî, weke ku vî gelî dengê xwe dabe te tu dikenî û li ser wê kursiyê rûdinî. Vî gelî her tim desthilata zilmkar di sindoqan de têk bir. Ji bo diziya xwe vêşerin ala Tirk daliqandin. Lê hûn hemû alan bînin jî nikarin diziya xwe vêşerin. Em bang li qeyûm û yên ku ew tayîn kirine dikin ku vî gelî tu car dev jê berneda û polîtikayên we têk birin. Êdî fam bikin gelê Kurd naşikê û wê her tim xwedî li vîna xwe derbikeve.”   BI TAYÎNKIRINA QEYÛMAN AŞTÎ NAYÊ   Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi berdewamkirina van polîtîkayan û tayînkirina qeyûman aştî pêk nayê û wiha axivî: “Em dibêjin diyalog, lê ew dibêjin qeyûm. Bi vî awayî aştî nabe. Bi destdanîna ser şeredariyên Kurdan qetilkirina rojnamegerên Kurd, girtina siyasetmedaran aştî nabe. Bi tayînkirina qeyûman aştî nayê. Ez bang li Bahçelî dikim; tu bi vî awayî çawa aştî pêk bînî. Heke baweriya we bi we hebe sindoqan deynin û rêzê ji vîna gel re bigirin.    Ez bang li welatiyên Ereb jî dikim û dipirsim yanî ji zilmekî wisa re çi dibêjin. Dest datînin ser vîna we. Divê êdî van qeyûman li vir paqij bikin û bişînin. Em her tim vê şeredariyê bi dest dixin û xizmet didin gel lê bi diziyê desteser dikin. Ew ê bidizin û şeredariyê bixin bin deynan. Ji bo wê ez bang li we dikim ku li dijî vê yekê bitêkoşin. Ew dizê qeyûm ala Tirk datîne û dixwaze talanê bike. Meriv hinek şerm dike. Gelê me divê li tu cihekî rê nede vê talanê. Heta ku pêkanîna qeyûm têk biçe, em nasekinin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hezar sal ji derbas bibin em ê xwedî li vîna xwe derkevin û bitêkoşin. Ez bang li gelê me dikim ku bi destê van dizan negirin û xwedî li hevşeredarên xwe derbikevin.”