Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev 2025-01-30 09:40:18 WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan, ji bo stresa dibistanê kêm bikin û dema xweş derbas bikin, bi çalakiyên cur bi cur bi hezaran zarok anîn gel hev.  Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyên navendî, ji bo stresa dibistanê kêm bikin, li gel malbatên xwe dema xweş derbas bikin, bi çalakiyên cur bi cur bi hezaran zarok anîn gel hev. Bi hezaran zarok di dema betlaneyê de di şanoya zarokan, çalakiyên boyaxkirina rû, çewliga hespan, geşta muzeyê, hevdîtina nivîskaran, pêşandanên sînemayê û pêşbirkan ên Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê de hatin gel hev.    'EM BÛN ŞAHIDÊN KEYFXWEŞIYA ZAROK Û MALBATÊN WAN’    Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaredariya Rêya Armûşê Aryen Ersayan, diyar kir ku ji roja rêveberî ketiye destê wan heta niha ji bo zarokan xebatan dikin û wiha got: “Xizmetên me yên di qadên zarok û jinan de didomin. Me komîsyon ava kirin û karê me pêş dikeve. Di van 10 mehan de me li gelek taxan ji bo zarokan xebat kirin. Ji bo zarok di vê betlaneyê de bêhna xwe bistînin û demekî xweş derbas bikin, me gelek bername li dar xistin. Em bûn şahidên keyfxweşiya zarok û malbatên wan. Me şert û mercên ku zarok bi çanda xwe bijî ava kirin.”    'DÊ XEBATÊN ME BIDOMIN’    Aryen Ersayan, da zanîn ku wan ji bo zarokan çalakiyên weke şanoya zarokan, boyaxkirina rû, hevdîtinên nivîskaran, geşta çewliga hespan, geşta muzeyê, pêşandanên sînemayê, pêşbirk û hwd. li dar xistine. Aryen ERsayan, got ku wan diyarî jî dane zarokan û wiha bi dawî kir: “Dema zarok ji xwe re dilîstin, me ji bo malbatan jî cihên bêhnvedanê amade kirin. Malbatan xwestin çalakiyên wiha bêhtir bên kirin. Me jî soza vê da. Em ê di demên pêşde ji bo zarokan bêhtir xizmetê bikin.”