Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin 2025-02-01 09:03:28 NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Iraqê di nava 4 mehên dawî de 7 partî û saziyên kurdan qedexe kirin û girtin. Endamê PADÊ Qehtan Xelîl diyar kir ku girtina partî û saziyên kurd ne ji Tirkiyeyê serbixwe ye û got: "Girtina partî û saziyên kurd ji bo hikûmeta Iraqê şerm e."  Desteya Dadwerî ya Bilind ya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Eniya Niştimaniya Demokratîk bên girtin. Ev biryar di 10'emîn salvegera qirkirina civaka êzdî ya ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû hat dayin. Desteya Dadwerî ya Bilind di heman demê de biryara qedexekirina 3 partiyên siyasî û desteserkirina milkên wan jî dabû.      Hikûmeta Iraqê ya ku bi vê re jî sînordar nema, di 31'ê Kanûnê de yekîneyên asayîşê avêtin ser şîrketa Kompanya Gizingî Berbeyan Medya Prodûksiyon ku ji bo Jin TV bernameyan çêdike û xebatkarên wê jin bûn. Şîrket ji aliyê hêzên asayişê ve hate girtin. Hêzên dewletê hemwext bi ser Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye de jî girtin. Ev sazî jî bêyî belgeyên fermî hatin girtin. Hikûmeta Iraqê di nava 4 mehan de 3 partiyên Kurdistanî, Prodîksiyonek jinan û 3 saziyên jinan girtin. Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî hevdîtinên dawî yên bi rayedarên tirk re hatin kirin, pêk anîn.    'GIRTINA SAZÎ Û DEZGEHÊN KURD ŞERM E'   Xelîl da xuyakirin ku biryarên girtina partî û saziyên Kurdan ji bo Iraqê şerm e û wiha axivî: "Girtina partiyên kurd nenaskirina îrade û hebûna gele. Ev kirin ne tenê nêzikatiyeke li hemberî kes û partiyan e. Ev biryar li dijî vîna gelekî ye. Ev partî û sazî ji bo Iraqê ne xetere bûn. Ev partî li gorî zagonên Iraqê hatibûn avakirin. Bi taybetî girtina PADÊ teqez dijitiya li dijî êzdiyan bûn. PADÊ di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji bo parastina mafên vê civakê û parastina têkoşîna wî hatiye avakirin, çawa ku fermana dawî ya li dijî Êzidiyan bi ser neket û bi berxwedanê re rû bi rû ma, girtina partiyê û partiyên din jî wê encam negire. Girtina sazî û partiyan  ji bo Iraqê şermeke mezin e,şûna ku piştgiriyê bide êzidiyan partiya ku piştgiriyê dide wan digire. Lê belê li dijî van polîtîkayan têkoşîna me didome."    'HIKÛMETA IRAQÊ NE DILSOZ E'   Qehtan Xelîl diyar kir ku Iraq şûna ku parastina destkeftiyên êzdiyan, bike dijitiya wan dike û got; "Heta niha li Şengalê nêzî 90 gorên komî hatine dîtin û 6 hezar jinên Êzidî hê jî di destê DAİŞ'ê de ne. Heger ku Iraq li gorî qanûnên tevgeriyaba  dê wisa nebûya. Heke ku Iraq li cem me cih bigirta dê heta niha dê parlamenterekî Êzidî yê ku nûnertiya civaka êzdî bike hebûya, lê li şûna vê yekê partiya êzdiyan digie û qedexe dike.Bi van biryaran em dibînin û dizanin ku her dewleteke ku qirkirina êzdiyan weke jenosîd nabîne piştgiriya vê jenosîdê dike. Ger ev civak gelê herî kevnar û kevnare yê  wî welatî be û rastî vê nêzikatiyê were, nêzîkatî û dilsoziya hikûmetê dê bê pirsîn."   'EM Ê HER TIM DI NAVA GEL DE BIN'   Xelîl destnîşan kir ku ew ê di nava gel de bin û  li dijî biryarên qedexe û girtina Iraqê hîn zêdetir têbikoşin û wiha got: "Eger em bi berxwedan û biryardariya têkoşînê tevbigerin em ê nehêlin ku ev polîtîka bi serbikevin. Îro gelek hêzên leşkerî li Şengalê ne. Hemû jî êzdî ne. Êzdî ji berê bihêztir in û eger em yek bin, gelek derfetên me hene. Em ê van polîtîkayan têk bibin. Ji bo têkoşîn û rêxistinkirinê ne hewceyî avahiyekî heye. Em li her derê û her tim bi gel re bin, em ê têkoşîna rewa ya vî gelî biparêzin." MA / Zeynep Dûrgût