Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir 2025-02-01 09:11:53 NAVENDA NÛÇEYAN- Geliyê Bertûlê ya li Çiyayê Gabarê bi tunebûnê re rû bi rû ye û kaniya hezar salî ya geliyê xwedî dikir, ji ber lêgerîna li petrolê ziwa bû.  Talankirina xwezayê ya ku di sala 2020’an de li erdnîgariya Şirnexê dest pê kir, bênavber didome. Talankirina xwezayê ya li çiyayê Cûdî, Gabar, Cilê Nimêja, Qato û Qomate û Besta, Qeşûran, Hesena, Elkê, Qileban û Çiyayê Bizina dest pê kir bi awayên cuda berdewam dike. Heta niha bi sed hezaran darên van herêman ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn û tunekirin.   ÇIYAYÊ CÛDÎ   Talana ku bi qirkirina daran a li Çiyayê Cûdiyê dest pê kir, bi lêgerîna madenê didome. Li çiyayê ku lêgerîna komirê lê dewam dike, gir  bi dînamîtên bi sedan kîloyan dibin xwelî. Li Cûdiyê ku gelek bûnewer lê hatine qirkirin, hema bêje tu qadeke nehatibe kolandin û bi dînamîtan nehatibe tunekirin tune ye. Li qûntar û lûtkeya çiyê bi sedan kanên komirê hatine vekirin. Ji ber van kana kaniyên avê yên xwezayî û Çemê Nêrdûşê ku di quntara çiyê re derbas dibe bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ne.    ÇIYAYÊ GABARÊ   Li Çiyayê Gabarê ji ber lêgerîna neftê ya ku Saziya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) dabû destpêkirin di 2 salên dawî de bi hezaran dar hatin birîn. Şîrketên ku li her derê çiyê rêyan çêdikin hema bêje bi navê jiyanê tiştek nehiştine. Bi taybetî ji ber rêyên nû yên li herêma Çiyayê Bîzena û kolandina bîrên nû, avahiya fizîkî ya çiyê hatiye guhertin.   Kaniya Mizgeftûkê ya 600 salî ku li quntara çiyê û li gundê Bertûr a navenda Şirnexê ye, ji ber kolandina petrolê qirêjî bûye û ziwa dibe.    GELIYÊ BERTÛRÊ   Geliyê Bertûrê ku her sal bi hezaran kes ji bo pîknîk û bêhnvedanê serdana wê dikin, ji ber lêgerîna petrolê tê wêrankirin. Gelî bi bedewiya xwe ya xwezayî balê dikişîne. Lê ji ber lêgerîna petrolê di salên dawî de ji aliyê şîrketan ve bûye hedef. Ji ber van lêgerînan gelek ava kaniyên geliyê ku dişibin bihuşteke veşartî ziwa dibin.    KANIYA GUNDÊ 600 SALÎZ IWA BÛ   Gundê Bertûrê ku xwedî dîrokeke 600 salî ye, di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hat valakirin. Kaniya Mizgeftûgê ya hezar salî ya ku ji binê gund derbas dibe, bi 3 avên xwe gundên Zihê, Dara û Bertûrê xwedî dike. Van gundan bi vê avê pêdiviyên rez, baxçe û birinca xwe av didin. Lê ji ber sondaj û kolandina bîrên neftê yên li herêmê di mehên dawî de, kanî ziwa bûne.    Di dîmenên ku me kişandin de tê dîtin ku rengê avê guheriye. Her wiha Kaniya Emer û Bêrma Elmas yên li ser heman rêyê jî ziwa dibin.    DÊ GILÎ BIKIN   Gundiyên ku me li ser mijarê bi wan re axivî, diyar kirin ku kanî xwedî dîrokeke hezar salan e û dema dîtine ku kanî qirêjî bûye û ziwa bûye bawer nekirine. Gundiyan diyar kir ku ew ê giliyê şîrketên bûne sedema vê bikin û gotin ku heman rewş li gelek deverên herêmê heye.    MA / Dilgeş Ruvanas