Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye 2025-02-04 15:27:22   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo pirsa têkildarî serdaneke nû ya li Îmraliyê wiha got: “Hêj tiştekî zelal tune ye.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand.    Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got: “Dibe ku di 15’ê Sibatê de dibe ku piştre jî be.” Bakirhan, ji bo pirsa “Gelo dê hevdîtineke nû li Îmraliyê çêbibe?” jî got: “Hêj tiştekî zelal tune ye. Em li benda bangê ne.”    Ji bo pirsa “Gelo dê banga berdana çekan were kirin?” jî ev tişt anî ziman: “Ez naveroka wê nizanim. Em baş nizanin ka di hundirê wê de çi heye. Ez, li gorî agahiyên me ji şandeyan girtine diaxivim. Îxtîmaleke mezin e ku di nava bangê de tiştên dişibin hev hene. Di demekî nêz de amadekariyek heye, xebatek heye. Dibe ku 15’ê Sibatê be, dibe ku piştre were kirin. Di vê mijarê de hêj tiştekî zelal tune ye. Em li benda bangawaziyê ne.”