Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin 2025-02-04 15:47:49   RIHA – Şaxa OHD’ê ya Rihayê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê saleke bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tahliyekirina girtiyan tê astengkirin.    Komîsyona Girtîgehan ya şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê têkildarê pêkanînên li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê raporek amade kir û bi çapemeniyê re parve kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê pêk hat û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Meral Halat da zanîn ku li ser daxwaza malbatên û giliyên girtiyan çûne serdana girtîgehê û binpêkirinên mafan lêkolîn kirine û wek rapor parve kirine.    Meral Halat diyar kir ku di encama hevdîtinan de derketiye holê ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya girtîgehê ‘poşmanî’ û di ‘koxuşa yên bêalî’ de mayînê li ser girtiyan ferz dike û wiha got: “Bi biryarên kêfî ve bi destê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê binpêkirinên mafan pêk tên, daxwaza tahliyeyê ya girtiyan tê redkirin û birdyara tahliyeyê ya gelek girtiyan hatiye taloqkirin. Di saleke dawî de tu girtî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê nehatiye tahliyekirin.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN   Meral Halat da zanîn ku girtiyên nexweş ji mafê tedawiyê bêmaf tên hiştin û wiha axivî: “Hemû kesên serlêdan kirine gotin ku di dema sewqan de pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji ber ku di demên sewqan de lêgerîna nav dev li ser girtiyan tê ferzkirin girtî nikarin bên sewqkirin. Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya got ku ji ber lêgerîna nav dev qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û rastî cezayê dîsîplînê hatiye. Girtî Îlhan Talay ji ber ku ketiye erdê dereke wî şikestiye û ji ber ku lêgerîna nav dev qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Li Girtîgeha Tokatê ji ber lêgerîna nav dev tenduristiya girtiyan dikeve xetereyê. Divê mafê tedawiyê neyê astengkirin. Divê rêveberiya girtîgehê li ser pirsgirêkan bisekine û çareser bike. Em daxwaz dikin ku girtiyên nexweş bila sewqî nexweşxaneyan bên kirin.”   CUDAKARÎ, SIRGÛN Û TECRÎD   Meral Halat anî ziman ku li girtîgehê gelek maf tên binpêkirin, nemaze cudkariyê dixin nav girtiyan û xalên ku di raporê de cih digirin wiha rêz kir:   "*Derfetên ku ji bo girtiyên edlî tên dayîn ji bo girtiyên siyasî nayên dayîn, ji girtiyên edlî kêmtir mafê ragihandinê bi kar tînin û mafê ragihandinê ya bi dîmen jî nayê dayîn û ji mafî nikarin sûd werbigirin.    *Girtiyên ku li Girtîgeha Tokatê dimînin bi sirgunê hatine vê derê û malbatên wan li derveyî bajar dimînin. Malbat û xizmên girtiyan ji bo serdana girtiyan bikin di encama rêwîtiyeke dirêj de tên vê derê û di dema rêwitiyê de jî bi talûkeyan re rûbirû dimînin.    *Di şert û mercên heyî de tê îdiakirin ku mafê lêgerîna koxuyan, lêgerîna têketin û derketina girtîgeha û hejmartinê de ji aliyê rayedaran ve bi kêyfî tê bikaranîn.   *Ji ber ku cezayê muebeta giran a Hamît Acu teqez bûye, xistina hucreyê tê wateya cezayê li ser ceza ye. Divê encamên hucre û tecrîdê li ber çavan bê girtin, ji aliyê îdareyê ve tedbîr bên girtin û demildest dev ji pêkanînê cezayê hucreyê berdin.    *Girtiyan diyar kirine ku ji mafên xwe yên sosyal bêpar tên hiştin.   *Nameya ku ji aliyê Aydin Degîrmencî ve hatiye nivîsandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê de wek ‘propagandaya rêxistinê’ hatiye pênasekirin û girtî rastî cezayê dîsîplînê hatiye.    *Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya ragihand ku ji ber ku lêgerîna nav dev qebûl nekiriye rastî cezayê dîsîplînê hatiye.   *Girtiyên nexweş ên nexweşiya wan giran in, ji ber şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê û pekanînên dij hiqûqî yên li hemberî girtiyan, di jiyana girtîgehê de binpêkirina mafan veguheriye tecrîdeke giran û divê rêveberiyeke ku mekanîzmayeke qanûnî û îdarî hebe.”   Meral Halat piştî ku binpêkirinên mafan rêz kir da zanîn ku divê rejîma înfazê ya Tirkiyeyê li gorî Rêgezên Mandela ya Neteweyên Yekbûyî (NY) be, cudakariya înfazê were bidawîkirin. Meral Halat xwest ku ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibe divê hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi awayekî ‘serbixwe’ mekanîzmayên kontrolê biafirînin û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê kir ku peywira xwe bi cih bînin.