Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin 2025-02-05 14:34:21   MÊRSÎN - DBP û DEM Partî dê di 9’ê Sibatê de li Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” li dar bixe. Ji bo mitîngê, banga tevlibûnê hate kirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 9’ê Sibatê de li Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” li dar bixe. Mitîng dê li pêşiya Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a berê ya li navçeya Akdenîzê were lidarxistin. Ji bo mitîngê, bang hate kirin.    Li avahiya DEM Partiyê ya Mêrsînê daxuyanî hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Bedriye Kuş diyar kir ku wan starta xebatên mitîngê daye û banga tevlibûnê kir.    Serokê Komîteya Amadekar ê Mitîngê Emrûllah Şan jî diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo mitîngê temam bûne û bang li her kesî kir ku ji bo daxwaza xwe ya aştiyê dakevin qada mitîngê.