Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan 2025-02-20 12:52:05 STENBOL - Ji bo parêzerê OHD’î Bedirhan Sarsilmaz biryara tehliyeyê hate dayin.   Ji bo endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Bedirhan Sarsilmaz biryara tehliyeyê hate dayin. Sarsilmaz li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin û ev nêzî 4 meh in girtî bû.    Şaxa OHD’a Stenbolê ragihand ku Sarsilmaz ev 4 meh bûn bi awayekî derhiqûqî girtî bû hatiye berdan.