Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake 2025-02-26 09:04:31 AMED - Welatiyên li Taxa Saraya ya Çermûgê dijîn, ji ber rêyên wan nayên çêkirin û bêhna nexweş a ji xeraca şaredariyê belav dibe bi gilî û gazinc in.  Welatiyên li Taxa Sarayê ya navçeya Çermûg a Amedê dijîn, ji şaredariya AKP'ê bi gazin in. Gelek rêyên taxê xerab in. Ji ber vê sedemê bi taybetî di berf û baranê de rê di nava heriyê de dimînin. Serlêdanên keyayê taxê nehatin bersivandin û ji ber vê welatiyan îmze kom kirin û berpêşî şaredariyê kirin. Lê belê hê tiştek nehatiye kirin.    Ji xeynî pirsgirêka rê, ji xeraca ku wesayîtên paqijiyê yên şaredariyê lê tên bicihkirin û nêzî jîngehê ye jî, bêhneke nexweş belav dibe. Di 7'ê Mijdara 2024'an de welatiyan serî li walîtiyê û qeymeqamtiyê dan ku xerac lid erveyî bajêr bê çêkirin. Rewş di 6'ê Kanûna 2024'an de ji şaredariyêr e hat ragihandin lê şaredariyê daxwazê red kir.    Ji şêniyên taxê Hacî Akbûlût got: "Taxa Sarayê di heman demê de cihê dîrokî yê navçeyê ye. Li vir şopa gelek şaristaniyan heye. Şaredarê ku hatiye herêmeke wiha dîrokî, mixabin van tiştan ji neîdîtî ve tê. Ev feraset xizmeta vir nake, tenê li dûr rantê ye."    Abûrzer Kiliç jî got: "Xizmeta hemû taxan tê kirin lê ya wan nayê kirin. Me jib o vê gelek caran serlêdan kir, lê tim me eware dikin. Ger kesek nexweş bikeve ambulans nikare were taxê. Ev çend sal e di destê AKP'êd e ye. Ji ber ku ev tax raya xw enedaye wan xizmetê nakin."    Bariş Taşdemîr jî got: "Şaredar ji ber ku ji vir ray negirtiye xizmetê nake. Mirov êdî ji ber bêhna genî nikarin paceyên xwe jî vekin."    MA / Heval Onkol