Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in 2025-02-26 09:39:19 RIHA - Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku ji bo "Kongreya Diyaloga Niştimanî" nehatine vexwendin û got: "Gotinên û kirinên rêveberiya Şamê hev nagirin. Em li bendê ne ku piştî banga birêz Abdullah Ocalan li herêmê pêvajoyeke nû dest pê bike."  Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir û piştî Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di Mijdara 2024’an de rejîma Esad hilweşandî, ber bi qonaxeke cuda ve çû. Ahmed Şara xwe weke serokkomarê rêveberiya demkî îlan kir û êrişên ser Elewiyan û gel û baweriyên cuda hêj didomin. Bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo pêvajoya demkî jî hêj esas nehatine girtin. Li hêla din Durziyan bi daxwaza xweseriyê Meclisa Leşkerî ya Suweydayê ragihandin.    Rêveberiya Ehmed Şara duh li Şamê “Kongreya Diyaloga Niştimanî” li dar xist. Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê nehate vexwendni. Her wiha Durzî û gelek derdorên cuda jî ji bo kongreyê nehatin vexwendin. Rêveberiya Xweser, diyar kir ku kongreya hatiye kirin nûnertiya gelên Sûriyeyê nake û got: “Em ji naveroka kongreyê memnun nînin û dê nebin parçeyeke encamên wê.”    Endamê Dîwana Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî.    'RÊVEBERIYA XWESER RANAGIRIN’    Salih Muslim, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke ku hemû gel û bawerî tê de tên temsîlkirin hatiye avakirin û got: “Ev pergala me bi xweşiya gelek netewe dewletan neçû. Rejîma Baasê li dijî vê sekinî. Me hewl da ji wan re vê pergalê vebêjin lê qebûl nekirin û hilweşiyan. Hebûna Kurdan qebûl nekirin. Rejîm hilweşiya û rejîmeke nû hat. Kesên di vê rejîmê de cih digirin jî komên cîhadperest in. Bermahiyên komên weke El Nusra û DAIŞ’ê ku di demên berê de li dijî me şer kirine û komên girêdayî Tirkiyeyê li cihên dagirkerî kom bûbûn. Wan, dest danîn ser rêveberiya Şamê. Van koman hinek soz dane dewletên navneteweyî û îdia kirine ku dê demokratîk bibin.”    Bi domdarî Salih Muslim anî ziman ku piştî hilweşîna rêveberiya Esad, êrişên ser ser Rêveberiya Xweser bi dawî nebûne û wiha got: “Tehemûla tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin nakin. Hinek komên ku navê SMO’yê lê hatine kirin, êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kirin. Pevçûn hê berdewam in. Tirkiye di nava van pevçûnan de heye. Êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin. Hewl didin derbasî aliyê rojhilatê Firatê bibin. Ev yek ji bo Kobanê xetere ye.”    'TEDARÎKA PETROLÊ TIŞTEKÎ NÛ NÎNE’    Salih Muslim, da zanîn ku li aliyekî li dijî êrişan disekinin û li aliyê din jî deriyê diyalogê vekirî dihêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demekî nêz berê dest bi şandina petrolê ya ji bo Şamê kir. Ji sala 2011’an ve ye em xwe diparêzin û me got ku em parçeyeke Sûriyeyê ne. Me got ku li Şamê kî dibe bila bibe em amade ne pê re lihev bikin. Ji rejîma berê heta niha didome. Me bi rejîma berê re çendek hevdîtin kirin. Bi taybet jî di mijara firotina berhemên petrolê de. Di demên dawî de ev qut bûbûn. Niha dîsa lihevkirinek çêbû û me dest bi şandinê kir. Tiştekî nû tune ye. Mîna berê didome. Petrol, a gelên Sûriyeyê ye. Ev ne geşedaneke nû ye lê pêşketineke erênî ye.”    'GOTIN Û PRATÎKÊN WAN JIHEV DÛR IN’   Bi domdarî Salih Muslim anî ziman ku ji bo “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ya li Şamê nehatine vexwendin û wiha got: “Tu kes nehate vexwendin. Bermahiyên komên DAIŞ û El Nusrayê yên me di demên berê de pê re şer kiribûn jî hebûn. HTŞ’ê bangî kes û komên têkiliyên wan pê re hene vexwend. Nûnerên partiyên siyasî yên nûnertiya gel dikin nehatin vexwendin. Dibêjin ‘em bangî siyasiyan nakin’ lê wisa nîne, ev hincet e. HSD avadaniyeke leşkerî ye lê li vir gelek sazî û dezgeh hene. Heke tu Rêveberiya Xweser bi temamî li derve bihêlî, tu tiştekî rast nakî. Dibe ku hesasiyeteke te li dijî Kurdan hebe lê çima Ereb û Suryanên li vir nehatine vexwendin? Dibêjin ‘pêvajoya diyalogê ya herkesî digire navxwe’ lê ev gotin ji pratîkê dûr e.”    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN SUWEYDAYÊ’   Di berdewamê de Salih Muslim bal kişand ser têkiliyên wan ên bi Meclisa Leşkerî ya Suweydayê re û wiha got: “Demokratîkbûn, xwe bi xwe birêve birin, meseleya zîhniyetê ye. Divê mirov ji demokrasiya radîkal bibawer be. Her cihê me xwe gihandiyê me karî vê zîhniyetê biguherînin. Gelan karîn bi hev re bijîn. Her kes bi ziman û baweriya xwe di nava Rêveberiya Xweser de dijî. Vê zîhniyetê bandor li derdorên cuda jî kir. Di serî de jî li Suweydayê. Ji sala 2012’an heta niha têkiliyên me bi hev re hene. Xuyaye ku bibandor bûne. Niha her kes dibêje ku rêveberiya me ji bo tevahiya Sûriyeyê guncav e. Li Suweydayê gel di çarçoveya xweparastinê de hate gel hev. Ev, mafê wan e. Hem Elewî hem jî derdorên cuda jî dê ji vê guherîna zîhniyetê bibandor bibin. Em piştgiriyê didin Suweydayê. Hêvîdarim li cihên cuda jî di çarçoveya xweparastinê de heman avadanî derkevin holê.”    PEYAMA ABDULLAH OCALAN    Salih Muslim, destnîşan kir ku hemû derdorên li Sûriyeyê tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û got: “Bendewariya me ne mudaxileya Îsraîlê ne jî ya Tirkiyeyê ye. Heke di vê pêvajoyê de xwe tevî karên navxweyî yên Sûriyeyê nekin, dê Sûriyeyî bi xwe di nav xwe de lihev bikin û dê bikarin paşeroja xwe misoger bikin. Divê derdorên derve yên dixwazin mudaxile bikin, rêzê ji bo îradeya gel bigirin û bi demokrasiyê re bin. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê ev ferz e.”   Salih Muslim, bi lêv kir ku peyama tê payin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bide dê bandorê li geşedanên li herêmê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye hewl dide me û PKK weke hev nîşan bide û bi dijminane nêz dibe. Heke birêz Ocalan bangekî bike, dê nêrîna Tirkiyeyê ya li hemberî me jî biguhere. Bi milyonan Kurd hene. Tevek jî ji bo birêz Ocalan rêz digirin. Birêz Ocalan dê ji bo başiya gelan bangekî bike. Hêvîdarim ku piştî vê bangê mudaxileya Tirkiyeyê ya ji bo karên navxweyî yên Sûriyeyê kêm bibin. Bi vê bangê re dê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê bike. Çav û guhê gelan li banga birêz Ocalan e. Em nizanin ka dê birêz Ocalan çi bibêje lê em piştrast in ku dê ji bo başiya gelan bang bike. Çi were gotin jî dê gelê Kurd bi wan gotinan bike. Me heta niha çi kiribe, me di çarçoveya paradîgmaya birêz Ocalan de kir û me encam bi dest xist. Dê ji vir û şûnde jî vê bidomînin.”    MA / Emrullah Acar