Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in 2025-02-26 10:10:10 ŞIRNEX - Çawîşên pispor û efser ên di îdianameya "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê de wekî bersûc cih digirin, hê jî li ser peywirê ne. Leşkerên gelek sûcên wekî "navbeynkariya fihûşê" û "bazirganiya mirovan" kirine, tevî îtîraf û qeydên tapeyan jî bi awayekî negirtî tên darinzadin.  Di îdianameya der barê "çeteya fihûşê" ya ku li Şirnexê derket holê, 25 kes ku çawîşê pispor û efser jî di nav de hene, bi awayekî negirtî tên darizandin. Efser M»stafa Yalçin û çawîşên pispor Ertaç Kaya û Huseyîn Şahîn hê jî li ser karê xwe ne. Di danişîna ewil de ku di 24'ê Kanûna 2024'an de hat lidarxistin leşkerên wekî bersûc hatin dariznadin têkildarî çeteya fihûşê li xwe mikur hatin û çawîşê pispor Halîl T. yê wekî şahid hat guhdarkirin jî di îfadeya xwe de navê hin leşkerên din jî da.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mustafa Yalçin û Ertaç Kaya yên di danişînê de parastin kirin, destnîşan kirin ku bi nasnameyên xwe yên leşkerî jinên fihûş bi wan hatiye kirin di noqteyên leşkerî re derbas kirine. Ev leşker tevî hemû belge, dîmen û tapeyan hê jî li ser karê xwe ne. Di danişîna ewil de çawîşê pispor Halîl T. diyar kir ku çawîş Hidir D. yê tecawizî zaroka bi navê H.B. kir, navbeynkariya çeteyê kiriye. Tevî van beyanan jî Hidir D. daxilî nava bersûcên dosyeyê nehat kirin.    Bersûc efserê biçûk Mustafa Yalçin di danişînê de got ku ew personelê leşkerî ye û dahata wî ya mehane 80 hezar TL ye. Yalçin got: “Min ji Îlona 2012’an û vir ve li Bêşebabê dest bi kar kiriye. Ertaç Kaya hevalê min ê leşkeriyê ye. Wê demê ez ji navenda Şirnexê bi balafiran diçûm Bêşebabê. Piştî ku ez ji betlaneyê vegeriyam Şirnexê, ez 2-3 rojan li benda vekirina balafirgehê mam ku biçim Bêşebabê. Di 23 an 24'ê Îlona 2013'an de Sevgî ji Ertaç re gotibû ku ew dixwaze hevalekî xwe ji Cizîrê bigire, Ertaç ji min xwest û em bi wesayîta xwe çûn navçeya Cizîrê. Di rê de lêgerîn hat kirin û di vegerê de jî em li nuqteya kontrolê rawestiyan. Min nasnameya xwe ya leşkerî li nuqteya kontrolê nîşan neda. Dema em vegeriyan Şirnexê bi jinên bi navê Sevgî û Derya re em ketin heman malê. Jinan gotin ku karê wan heye, ji mal derketin. Em bi Ertaç re piştî çend saetan ji malê derketin."   Serdozgeriyê diyar kir ku Yalçin karê rêxistinê dizanibû û ji bo vê karbidestiya xwe bi kar aniye û di nava wê de cih digire û pêwendiya wî bi rêveberên rêxistinê re heye û wî bi fihûşê, navbeynkariya fihûşê, bazirganiya mirovan û alîkariya rêxistinê tawanbar kir.    Çawişê pispor Ertaç Kaya jî diyar kir ku ew leşker e û ji bo fihûşê li xwe mukir hat û diyar kir ku dahata wî ya mehane 80 hezar TL ye û wiha got: “Mustafa Yalçin hevalê min ê leşkeriyê ye. Min kesek bi navê Meral Akın (Teker) bi ajokarê taksiyê nas kir. Navê şofêrê taksiyê Remzî bû. Wê demê min Meral nas kir û ji bo pereyan têkiliya min hebû. Ji ber vê yekê ez wê nas dikim. Di Îlona 2013'an de piştî ku ez ji betlaneyê vegeriyam Şirnexê dema ku ez li Şirnexê bûm Meral Akin telefonî min kir û got ku hevalek wê ji Cizîrê tê û dixwaze bi min re here wê bigire. Ji ber vê yekê wê ji min alîkarî xwest. Di her du lêgerînan de ji ber ku çek li ser min hebû, hêzên ewlehiyê li nuqteya kontrolê em rawestandin. Li vê derê em bi gelê Şirnexê re di heman malê de man."    Kaya ji ber sûcên "Teşwîqkirina fihûşê, navbeynkarî an jî cih peyda kirin, bazirganiya mirovan" tê darizandin.   Ji bersûcên dozê çawişê pispor Huseyîn Şahîn ji ber ku ne li malê bûye teblîxat negirtiye.  Şahîn ji ber sûcê "Qaçaxçîtiya mirovan, endamê rêxistina ku bi armanca sûc hatiye avakirin" tê darizandin.   A.A. ya ku ji jinên daxilî nava fihûşê hatiye kirin, di danişîna ewil de di îfadeya xwe de yek bi yek xebatên şebekeya fihûşê vegot. A.A. got: “Ez bi otobusê hatim Şirnexê, ji aliyê kesên ku digotin leşker in ez hatim pêşwazîkirin. Ew birin cem Meralê (Meral Akin). Nêzîkî 10 rojan bi mêrên ku Meral li cihên wekî erebe, mal an jî cihên metrûk yên ku Meral veqetandibûn fihûş dihat kirin. Meral pere digirt. Wê jî hinek da min. Meralê hinek ji van pereyan jî daye kesekî bi navê Kenan Tatar. Kenan Tatar di berdêla van pereyan de jinên ku Meral ew dixebitadin diparêze û li wan dinêre."   A.A. anî ziman ku Meral Akin û çawişê pispor Mustafa Yalçin dema ku hatine Cizîrê ew ji otogarê hildane û got ku Yalçin dema ji nuqteya kontrolê derbas dibû nasnameya xwe ya leşkerî nîşan daye. A.A. wiha dewam kir: “Meral carinan me dixebitan û heqê me nedida. Gava em gigahştin nqteya leşkerî Mustafa nasnameya leşkerî nîşan dida û em wiha derbas dibûn."    SIBE: Ji jinan berteka li dijî polîtîkayên şer   MA / Zeynep Dûrgût