Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin 2025-02-26 13:06:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, derdora Bendava Tişrînê bi balafirên şer û çekên giran hate bombebarankirin.    Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.