Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin 2025-02-26 13:07:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Sûriyeyê diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya li Şamê hatiye lidarxistin rewa nîne û dê biryarên li wir hatine girtin qebûl nekin.  Meclisa Jinan a Sûriyeyê der barê “Kongreya Diyaloga Niştimanî’ de ku duh li Şamê hate lidarxistin, daxuyaniyek da û metirsiya xwe ya der barê dubarebûna senaryoya rejîma hilweşiyayî de anî ziman. Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: “Em wek Meclisa Jinan a Sûriyeyê hemû tiştên ku di encama kongreya ku xebatên wê bi zîhniyeta dûrxistin, înkar û nepejirandinê pêk tên, red dikin. Em jinên Sûriyeyê, me têkoşîn kir ji bo ku Sûriyeyê bi pêş de bibin û di hembêza wê de bi rûmet bijîn. Em ê nebin amûrek ji bo rewakirina rewşa Sûriyeyê ya nebaş. Ev kongre berî li dar bikeve, mirî bû, gelê Sûriyeyê û bi taybet jinên Sûriyeyê dê qebûl nekin careke din kirasê zilmê li xwe bikin.”