Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin 2025-02-26 13:58:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama ketina balafireke artêşa Sudanê de herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Wezareta Tenduristiyê ya Sudanê ragihand ku balafireke neqliyeyê ya artêşa Sudanê di şeva sêşemê de li nêzî paytext Hartumê ketiye. Balafir, li Omdurmanê ya li quntarê Hartumê li nêzî balafirgeha Wadî Seîdnayê ket. Şahidên bûyerê gotin ku di dema ketina balafirê de zirar gihiştiye gelek avahiyan. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku balafir ji ber erzayeke teknîkî ketiye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Nîsana 2023’yan heta niha li Sudanê di navbera artêşa General Fettah el-Burhan û koma paramîlîter a Hêzên Piştevaniyê yên Bilez (HDK) ku ên bi pêşengtiya Hamdane Daglo de şer heye.