Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû 2025-02-26 15:51:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarana dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter de li bajarokê Zirganê wêraniyeke mezin çêbû.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk û koma wê ya parmalîter şevê din êrişî bajarokê Zirganê ya Kantona Cizîê kirin. Ji ber topbarana giran a li bajarokê, di malên li navçeyê û herêma pîşesaziyê de xesarên mezin çêbûn. Di dîmenên ji ANHA’yê re hatine şandin de xuya dike ku saziyên xizmetê didin êdî nema dikarin bixebitin.    Hat zanîn ku sivîlên di êrişê de birîndar bûn, hene.