Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin 2025-02-27 15:49:05   AMED - Welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, diyar kirin ku nekarîne şevê din rakevin û gotin: “Em ji bo peyama Rêbertiya xwe hatin. Dora dewletê ye. Em ê bibînin ka jidil in an na.”    Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi dawî bû. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Stenbolê ragihîne. Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê li Amed, Wan û Mêrsînê jî li ser ekranên ledê yên mezin bi zindî bê temaşekirin. Di heman demê de dê li her çar aliyên Kurdistanê li gelek bajaran li qadên vekirî bi komî û zindî bê temaşekirin.    Amadekariyên ji bo bangawaziyê yên li Qada Şêx Seîd a Amedê jî berdewam in. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi hezaran kesan berê xwe dan Amedê û gotin ku ji ber kelecanê nekarîne şevê din rakevin.    Welatiyên ku bi kelecaneke mezin berê xwe dane Qada Şêx Seîd, wiha gotin: “Em ji bo peyama Rêbertiya xwe hatin vê derê. Êdî dora dewletê ye. Em ê bibînin ka çiqas jidil e.”