Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê 2025-02-27 16:31:10 AMED  - Ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd hatin gel hev. Girseyê daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ pêşwazî kirin.  Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina dîrokî ya bi Abdullah Ocalan re wê li Stenbolê daxuyaniyekê bide. Ev daxuyanî li ser ekranên LED ên li Qada Şex Seîd a Amedê hatine bicihkirin bi awayekî zindî hat weşandin. Beriya daxuyaniyê bi hezaran kes li qadê hatin gel hev û govend gerandin.   Ji Botan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Riha, Dêrsîm û gelek bajarên di hezaran kes ji bo banga dîrokî hatin gel hev. Bi sedan kesên ji Rihayê hatinbi kortejê bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ ketin Qada Sêx Seîd.    Li qadê bê navber dirûşmeyên, “Biji Serok Apo”, “Biji Berxwedana gele Kurd”, “Be Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.   Girseyê bi gerandina govendê li bendê daxuyaniyê sekinin. Dema daxuyanî hat dayîn her kesî bala xwe da daxuyaniyê û dayikan bi rondikan daxuayanî pêşwazî kirin.   Piştî daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiyê Ruştu Tiryakî wiha got: “Têkoşîna 40 salî tê tacîdarkirin. Her tişt ji nûve destpê dike. Em ji nûve têkoşîn açareseriya pirsgirêka Kurd didin destpêkirin lê bi têkoşînek cuda. Berpirsyarî li ser milê mîlyonane. Berprisyariya her kesî heye. Em ê vê bi hev re bikin jiyanê. Ev peyam wisa hêsan nehat dayîn. Yên ku vê peyamê biçûk bibînin wê hebin lê bi mîlyonan kes wê mil bidin peyamê.