Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin 2025-03-02 14:10:25   AMED - Seroka Meclisa DTSO’yê Nevîn Îl bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku weke karsazan ew ê her cureyên erk û berpirsyartiyan li xwe bigirin.    Seroka Meclisa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl, têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Nevîn Îl, diyar kir ku bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re derbasî qonaxeke nû bûne û got: “Ev qonaxa nû, mizgîniya vekirina deriyên serdema nû ya bêtundî dide. Em, piştgiriyê didin pêvajoyeke ku pirsgirêk bi rêyên demokrasiyê bên çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de meseleyên maf û hiqûqê û avakirina pêşeroja mureffeh bi rê û rêbazên demokratîk dibe. Weke karsazan em dixwazin were zanîn ku di rêya ber bi pêşerojeke mureffeh û aştiyane de em ê her cureyên erk û berpirsyartiyê li xwe bigirin.”