Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin 2025-03-06 13:57:12   AMED - Ji ber îfadeyên Melîk Canbay ê teslîm bûbû û ji “poşmantiyê” sûd girtibû, der heqê rojnameger Azîz Oruç de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin.    Der heqê rojnameger Azîz Oruç de dozeke nû hate vekirin. Bi hinceta îfadeyên Melîk Canbay ê di 24’ê Îlona 2024’an de li Deriyê Sînor ê Xebûrê xwe teslîm kiribû, der heqê Oruç de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. Canbay ê ku li Kocaeliyê der heqê wî de biryara girtinê hebû; 3 roj piştî teslîmbûnê di 27’ê Îlona 2024’an de li Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê îfade da.    XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN    Canbay, îdia kir ku “di sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê Azîz Oruç weke edîtorê beşa Tirkî ya Ajansa Rojnewsê dîtiye, di sererastkirina tevahiya nûçeyên dihatin ajansê û weşandinê de Oruç berpirsyar e, dema firsend didît bi rayedarên payebilind ên rêxistinê re li derdora Silêmaniyeyê hevpeyvîn dikir.” Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî di çarçoveya îfadeyên Canbay de îdianame amade kir û bi daxwaza “yekkirinê” ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. Di îdianameyê de Oruç, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin.    4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî di 21’ê Sibatê de daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê qebûl kir û biryara yekkirina dosyeyan da.    JI HEMAN ÎDIAYAN BERAET KIRIBÛ   Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Oruç, ji heman îdiayên Canbay kirin beriya niha hatibû darizandin û beraet kiribû. Di danişîna 11’emîn a doza rojnameger Oruç de ku di 18’ê Çileya 2023’yan de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat lidarxistin, bi sedema ku delîlên “endamtiya rêxistinê” nînin biryara beraetê hatibû dayin.