Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin 2025-03-06 15:06:49   ENQERE - Danişîna doza ciwanên li Enqereyê ji ber tevlibûna bîranîna Komkujiya Pirsûsê bûbûn dihatin darizandin, hate taloqkirin.    DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê êrişa bombeyî kir. Di êrişê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna 33 ciwanan, li ser Cadeya Yukselê ya Enqereyê merasîma bîranînê hatibû lidarxistin. Bi hinceta ku tev li bîranînê bûne, der heqê 33 ciwanan de doz hate vekirin. Danişîna ewil a ciwanan li 49’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hat lidarxistin. Gelek ciwan û parêzerên wan tev li danişînê bûn.    Ciwanan, di parastina xwe de gotin: “Em ê dev ji bîranîna 33 şoreşgerên DAIŞ’ê li Pirsûsê qetil kirî bernedin û dê li her qadê bi bîr bînin. Civîn û meş mafê me yê makezagonî ye û berpirsyartiyeke me ya ku beriya çalakiyê hêzên ewlekariyê jê agahdar bikin tune ye. Em giliyê hêzên ewlekariyê yên mafên me binpê kirin, dikin.”    Piştî parastinên ciwanan, dozgerî xwest ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de doz were taloqkirin. Şandeya dadgehê jî doz taloqî 29’ê Nîsanê kir.