Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê 2025-03-11 12:02:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Peymana di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di çapemeniya cîhanê de jî cih girt û ev peyman ji bo rawestandina peçvûnên li Sûriyeyê weke destkeftiyeke gelan hate nirxandin.     Çapemeniya cîhanê di rojeva xwe ya îro de cih da peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.   Rojnameya Guardian nivîsek bi sernavê "Hikûmeta Sûriyeyê ji bo tevlêkirina herêma bakurê rojhilat peymanek li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk çêkir" weşand. Rojnameyê xalên peymanê wek "piştî çend salan ji şer û parçebûnê gaveke girîng ber bi îstiqrara Sûriyeyê, yekkirina xaka wê" nirxand.   Rojnameya Financial Times a brîtanî diyar kir ku heke peyman li ber xwe bide dê xetereya rûdana tundiyeke zêdetir kêm bike û aloziya demdirêj a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de sivik bike. Li gorî rojnameyê; "Peymana HSD’ê dikare metirsiyên hêzên rojavayî yên der barê hewldanên DAIŞ’ê yên bikaranîna valahiya ewlehiyê û pêkanîna êrişên nû de sivik bike.”   Hate diyarkirin ku berpirsekî amerîkî ji rojnameya The National ya Îmarata Erebî re gotiye: "Bê guman me ji bo vê yekê zext dikir. Ev karekî mezin e. Ev peymaneke mezin e. Em lê temaşe bikin ka ew bi rastî dikarin rêkeftinê pêk bînin.”