Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan 2025-03-12 14:29:18 AMED - Li navçeya Bismilê di Çemê Dîcleyê de gelek masî bi komî mirin. Mirina bi komî ya masiyan rê li ber fikaran vekir.  Li navçeya Bismilê ya Amedê di Çemê Dîcleyê de gelek masî bi komî mirin. Di dîmenên hatine kişandin de tê dîtin ku gelek masiyên mirî li beravê xuya dikin.    Welatiyên ku li ber qeraxê Çemê Dîcleyê ji xwe re digeriyan û rastî van dîmenên tirsnak hatin, diyar kirin ku her sal di Çemê Dîcleyê de masî bi komî dimirin û xwestin pêşiya vê were girtin.