Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê 2025-03-12 14:46:01   ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya serdanên “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi Baskê Jinan a CHP’ê re civiya.    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, bi baskê jinan ên partiyên siyasî re hevdîtin dabû destpêkirin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê di vê çarçoveyê de çû serdana Baskê Jinan a Partiya Gel a Komarê (CHP). Hevdîtin li Navenda Giştî ya CHP’ê hat lidarxistin.    Di şandeya DEM Partiyê de Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû, Parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî, endama Koordînasyona Jinan û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Canan Çalagan cih girtin. Şande, ji hêla Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Asu Kaya, Parlamentera CHP’ê ya Antalyayê Aliye Coşar û Cîgira Seroka Giştî ya Baskê Jinan Armagan Akyuz ve hate pêşwazîkirin.    Halîde Turkoglû hûrgiliyên hevdîtinê vegot û got ku Baskê Jinan a CHP’ê pêvajoyê erênî dinirxîne. Halîde Turkoglû, da zanîn ku wan ji Baskê Jinan a CHP’ê re destnîşan kirine ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokrasiyê ye.    Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku Baskê Jinan a CHP’ê jî aniye ziman ku divê îktîdar ji bo pêvajoya nû gavan biavêje û pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin.    Baskê Jinan a CHP’ê dê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.