HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir 2025-03-14 13:20:51   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û hêzên wan jî li Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê bersiv dane êrişan.   Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encama berxwedana 24 saetên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.   HSD’ê da zanîn ku êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê didomin û wiha got.    “Duh (Pêncşem), balafirên şer gelek êriş li dijî cihên karkeran ên Bendava Tişrînê pêk anîn. Şeva çarşemê jî balafireke bêmirov gundê Xirbe Zemala yê li başûrê rojhilatê Minbicê bombebaran kir. Di heman demê de derdora bendavê bi obusan hat topbarankirin. Di encama êrişan de zirarên madî çêbûn.   Eniya Pira Qereqozaxê, balafirên şer ên dewleta dagirker gundên Xeseq û derdora pirê bombebaran kirin. Balafirên şer jî bombe li gundê Bîr Hiso barandin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 80 guleyên obusên giran, tank, roket û hewanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha û Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaxê topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.   Li dijî êrişên dagirker û çeteyan, şervanên me li rojavayê Pira Qereqozaqê 2 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Lê agahiyên der barê windahiyên dagirker û çeteyên wê de nehatin zanîn.   Eniya Dêr Hafirê; Yekîneyên Şehîd Harûn li dijî çeteyên ku amadekariyên êrişeke li dijî nuqteyên hêzên me dikir, çalakiyek li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de çeteyek birîndar bû.”