Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin 2025-03-14 15:05:17   EDENE  - Komîteyên amadekar ên Newrozên Edene û Mêrsînê bi daxuyaniyekê banga tevlibûnê li her kesî kirin.    Newroza îsal dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" bê pîrozkirin. Komîteyên Newrozan ên Mêrsîn û Edeneyê têkildarî pîrozbahiyan daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin.    MÊRSÎN   Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 22’yê Adarê de li Qada Tirmilê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî da. Endamê komîteyê Hasan Cîde di daxuyaniyê de diyar kir ku Newroza îsal ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn girîng e û got: “Em bi coş û kelecana Banga Aştî û Civaka Demokratîk Newrozê pêşwazî dikin. Banga birêz Ocalan, mizgîniya destpêka avakirina pêvajoyeke nû ye. Ji bo em vê mizgîniyê bi ruhê Newrozê bi ser bixin, ji bo avakirina mercên azad ên birêz Ocalan û xwedîderketina li paradîgmaya civaka demokratîk, diherikin qadên Newrozan. Ji 7 salî heta 70’ê salî banga me li hemû jin, ciwan, zarok, karker, kedkar, bindest û sosyalîstan ew e ku beşdarî Newroza Azadiyê bibin.”    EDENE     Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê jî têkildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 23’yê Adarê de bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" li Şanoya Mîmar Sînanê bê lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û ji ewil komkujiyên li dijî Elewiyan şermezarkir. Aydemîr, diyar kir ku wan starta Newroza Edeneyê dane û banga tevlibûnê Newrozê li her kesî kir.    Hevserokê komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê Yaşar Demîr jî wiha got: “Em ê pîrozbahiya Newrozê di 23’yê Adarê saet di navbera 11.00 û 17.00’ê de li dar bixin.” Demîr, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Divê birêz Ocalan demildest ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dê Newroza 2025’an bibe Newroza mezinkrina berxwedan û têkoşînê.”