Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da 2025-03-17 10:40:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundekê navçeya Pênciwên a Silêmaniyeyê di encama teqîneke mayînê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; duh bi şev li gundê Kuremê yê bajarokê Nalparêzê ya navçeya Pênciwên a Silêmaniyeyê, mayînek bi ciwanekî ve teqiya. Di teqînê de ciwanê bi navê Dilşad Mehmûd ku xelkê gundê Teratewen ê Pênciwênê ye, jiyana xwe ji dest da.   Hêjayî gotinê ye di nava çend rojên borî de jî li sînorê Soran mayîn bi welatiyek ku çûbû zozanan ve teqiya bû û jiyana xwe ji dest da bû.