ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-18 09:00:37   * Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçuk Odabaşi ji bo pîrozbahiya Newroza li Îzmîrê banga tevlibûnê kir û got: “Ev îşareta me li Kadîfekaleyê da, nîşan dide ku dê Newroz gelek xurt derbas bibe.”    * Li bendê ye ku pîrozbahiya Newrozê ya îsal a li Wanê li gorî salên berê gelek biheybettir derbas bibe. Tê payin ku peyama Abdullah Ocalan a “Ji bo îradeya her 14 şaredarî bi dest xistî rêz digirim” mohra xwe li pîrozbahiyan bide.    * Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dedeoglû û Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît banga tevlibûnê kirin.    * Li Colemêrg, Agirî, Mêrdîn, Qoser, Amed/Farqîn, Qers/Dîgor, Şirnex/Silopiya û li Sêrt/Dihê dê Newroz bên pîrozkirin. (11.00-15.00) ZINDÎ   * Komîteya Amadekar a Newrozê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê daxuyaniyê bide. Li gelek bajaran dê agirê Newrozê bê vêxistin. (11.00-22.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û TMMOB’ê. (11.00 -17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Meclisê di civîna koma partiyê de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê têkildarî endama xwe Hatîce Oranê daxuyaniyê bide. (13.30)   * DEM Partî û pêkhateyên wê dê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniya hevpar bidin. (14.00) ZINDÎ