Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe 2025-03-18 13:35:56   AGIRÎ - Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiya Newroza Agiriyê bûn bertek nîşanî komkujiya li Kobanê dan. Her wiha ev bang li îktîdarê hate kirin: “Ev pêvajo yekalî nameşe. Divê hûn gavan biavêjin.”    Li navenda Agiriyê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li bûn. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, di saetên zû yên serê sibehê de hatin cihê pîrozbahiyê ya Bazara Samanê. Tevlibûna xurt a ciwan û jinan bal dikişand. Welatiyan, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin. Li qadê gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Welatiyan heta demeke dirêj li ber stran, dahol û zirneyê govend gerandin.    'LI GORÎ BANGÊ TEVBIGERIN’   Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Muazzez Orhan di pîrozbahiyê de wiha got: “Newroz, azadî, hebûn aştî ye. Ji niha de ez aştî û avakirina civaka demokratîk pîroz dikim. Heke em îro bikarin li vê qadê Newrozê pîroz bikin, ev encama berxwedana we ye. Agiriyê bi berxwedanên xwe dîrok nivîsandiye. Di van berxwedanan de pêşengtiya herî mezin jî jinan kiriye. Newroz, ji bo gelê Kurd berxwedana li dijî zilmê û mizgîniya pêşerojê ye.”    Muazzez Orhan, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Yên ku dixwazin îro gelê Kurd bi înkar û îmhayê tune bikin, dîsa ji bo çareseriyê serî li Îmraliyê dan. Bi ser bangê re hefte derbas bûn lê hêj jî îktîdarê tu gavên şênber neavêtiye. Em careke din dipirsin; hûn li benda çi ne? We hêj jî bersiv nedaye banga birêz Ocalan. Ev pêvajo yekalî nameşe û ji bo hêsir nebarin divê gav bên avêtin. Şert û mercên birêz Ocalan baş bikin.”    BERTEK NÎŞANÎ KOMKUJIYA LI KOBANÊ DA    Parlarmenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî wiha got: “Kurd, tevî Şamê bûn hevkarên Sûriyeyê. Em jî dibêjin ku werin em li vî welatî komareke demokratîk avab ikin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir. Got; ‘Ev 50 sal in em şer dikin. 50 sal in li vê xakê xwîn û tundî heye, em xwîn û tundiyê naxwazin, werin em bi hev re rûnin û komareke demokratîk ava bikin.’ Gelê me êdî ji xwîn û tundiyê westiya û rêyeke nû dixwaze. Weke gelê Kurd em rêyeke nû vekin. Birêz Ocalan wisa dibêje û em jî bi wî re ne. Li aliyê din bi SÎHA’yan mirovan bombebaran dikin. Hewceye di pêvajoyên aştiyan de tiştên wiha nebin. Ev yek berevajî ruhê aştiyê ye. Bi Kurdan re hiqûqa xwişk-biratiyê ava bikin. Hûn çi ji Rojava dixwazin? Bihêlin bila ew bi xwe qedera xwe diyar bikin.”     ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’    Bi domdarî Sakik anî ziman ku divê hemû kes destê xwe deynin bin kevir û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de manîfestoyekê pêşkeş dike. Ji bo vê jî divê hikûmet hem li herêmê hem jî giştî li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere. Heke hûn aştiyê bikin, divê hûn paqijiyeke biharê bikin û rêyê paqij bikin. Wê demê hûn ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Divê hûn girtiyên nexweş demildest berdin, amadekariya efûya giştî bikin û dorpêça li ser nasnameya Kurdî rakin. Dema we ev kirin, Kurd dê ji we bawer bikin. Di vê pêvajoya muzakereyan de divê her kes sûdewer be. Birêz Ocalan tu caran negot ‘min berdin’ lê em dibêjin ku divê azad bibe.”    Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Girseyê li dora agirê Newrozê govend gerand û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî hunermend Jehrmar derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.