Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e 2025-03-18 14:08:56   ENQERE - Hevserokê Partiya DEM'ê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç ên li ser 'mafê hêviyê' da û wiha got: "Mafê hêviyê heye, mafek e."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tûncer Bakirhan, piştî civîna koma heftane ya partiya xwe ya li mecl-isê pirsên rojnamevanan bersivand. Bakirhan anî ziman ku beriya Newrozê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.   BERSIVA JI BO WEZÎR TÛNÇ   Bakirhan têkildarî gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a ‘Mafê hêviyê ne mijareke ku di qanûnên me de ye’ wiha axivî: "Di vê mijarê de biryarên dadgehên navneteweyî hene. Her wiha biryara DMME’yê heye. Bi ya min ev meseleyek e ku ji Wezîrê Dadê derbastir dike ye. Tiştekî wiha heye ku mafê hêviyê heke navnetewî rêgezên gerdûnî bi cih bîne. Ev ne mijareke wisa ye ku em îcad dikin an jî hildiberînin. Eger wê çareserî hebe, eger wê aştî hebe, eger wê zemîneke nû û demokratîk bê avakirin, mafê hêviyê, divê ev dozên kumpas ên li girtîgehan jî di ber çavan re bên derbaskirin."   Bakirhan pirsa ‘Muxatabê me kî ye?’ pirsî û wiha got: "Divê em her roj bersivê bidin wezîrekî fermî yê AKP’ê. Mafê hêviyê jî heye, mafê hêviyê mafek e. Mafê hêviyê mafekî navneteweyî, gerdûnî ye ku ji aliyê hiqûqa gerdûnî ve biryar hatiye dayîn û ji aliyê DMME’yê ve biryar hatiye dayîn. Eger ev pêvajo bixebite, divê hêvî hebe ku çareserî pêk were, divê mafê hêviyê jî hebe. Gelo dê mirov heta hetayê di girtîgehê de bin?"   Bakirhan bertek nîşanê daxuyaniyên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da û wiha got: "Wezîrê Dadê di vê pêvajoyê de li ku ye, axaftinên wî çiqas piştgiriyê dide vê pêvajoyê? Qaşo tecrîd tune! Gelo me ji vê bawer kir, 4 salan birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin kir? Şerm e! Kî li ku derê radiweste divê zelal bike.”