DEM Partî çû serdana TBB’ê 2025-03-18 14:14:44 ENQERE - DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çû serdana Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û got ku hevdîtinê baş derbas bûye.  Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re, di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çû serdana Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB).    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP9 Sûltan Ozcan di şandeyê de cih girtin. Şande, ji hêla Serokê TBB’ê parêzer Erînç Sagkan, Sekreterê Giştî yê TBB’ê parêzer Erdem Emekçî, Cîgira Serokê TBB’ê parêzer Bahar Gultekîn Candemîr, Hejmaryarê TBB’ê parêzer Erhan Toprak û endamên Lijneya Rêveber a TBB’ê parêzer Melih Yardimci, parêzer Nazim Dîlek û parêzer Alî Bayram ve hate pêşwazîkirin.    Hevdîtin, nêzî saetek û nîvan domiya. Piştî hevdîtinê, Tulay Hatîmogûllari û Erînç Sagkan daxuyanî dan.    ‘LI SER BINGEHA RÊGEZÊN HIQÛQA GERDUNÎ BÊ NIRXANDIN’    Sagkan, diyar kir ku TBB mafên mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasiyê ji xwe re esas digire û wiha got: “TBB bi vê nêzikatiya xwe, dê xurtkirina aştiya civakî li ser zemîna hiqûqê biparêze. Em careke din dibêjin ku girîng e gavên ewil di bin sîwana Meclisê de û beşdariyeke berfireh bên avêtin û raya giştî û rêxistinên girseyî yên demokratîk bi awayekî şefaf jê bên agahdarkirin. Bêguman gavên di vê çarçoveyê de tên avêtin dê ji hêla TBB’ê ve li gorî rêgezên hiqûqa gerdunî bên nirxandin û piştre nêrîna xwe bi raya giştî re parve bike.”    'DIVÊ EDALET PÊK BÊ’   Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku bi TBB’ê re hevdîtineke baş û sûdewer kirine û wiha got: “Me têkildarî geşedanan hinek agahî parve kirin. Nêrîn, pêşniyar û nirxandinên wan ên pir hêja me li cem xwe nîşa girtin. TBB ji hêla hiqûqê ve girîng e. Ji bo avakirina civakeke demokratîk û dewleta hiqûqê em li navnîşaneke gelek girîng e. Bi rastî jî armanca me ya herî mezin ew e ku li her derê edalet pêk bê.”    EM GIRÎNGIYÊ DIDIN CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ    Her wiha yek ji daxwaza me ya herî girîng ew e ku xebatkarên darazê xwe li ber tu kesî netewînin. Û ev yek jî bi avakirina civaka demokratîk û zemîneke hiqûqî pêkan e. Di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser zemîna hiqûqî û siyaî, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê em civakîbûna aştiyê û veguherîna demokratîk girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de hevdîtina me kirî gelek girîng bû. Em spasiya serokê TBB’ê dikin.”