ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-21 09:00:21   * Hevseroka DEM Partiyê ya Konyayê Hikmiye Devrîm banga pîrozkirina Newrozê li navçeyên Konya û Kuluyê kir û got: "Em di vê Newrozê de li ser bingeha demokratîkbûn û aştiyê peyamekê bidin welêt."    * Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya 23'yê Adarê ku wê li navçeya Seyhanê bê lidarxistin kirin û gotin: "Em bi hev re agirê Newrozê pêxin."   * Prof. Dr. Baskin Oran diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi demokrasiyê heye û got: "Yê ku destekê nade AKP'ê û qesrê, tên bêdengkirin. Pêvajo di hawirdoreke wiha de pêvajo nabe."    * Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Veysî Eskî diyar kir ku hêvî û hesreta gel a aştiyê tevî hemû neyînîyan jî xurt e û got ku armanca wan ew e ku li Yenîkapiyê mazûvaniya milyonek kesî bikin.   * Newroza Amedê dê li Qada Newrozê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" bê lidarxistin. (10.00-17.00) ZINDΠ   * Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza Amedê de ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Meletiyê bê bibîranîn. (13.00)