'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê' 2025-03-28 09:02:21 STENBOL - Endama OHD'ê Eylem Arzu Kayaoglû got: "Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê mîsogerkirin û ji bo bi hemû beşên civakê re têkiliyê deyne divê derfet bên dabînkirin." “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi Şandeya Îmraliyê di 27’ê Sibatê de hat ragihandin, di raya giştî de tê gengeşekirin.Bang li hemû cîhanê tê nîqaşkirin û bi vê re PKK'ê di daxuyaniya xwe ya 1'ê Adarê de ragihand ku agirbest îlan kiriye û ji Abdullah Ocalan xwestibû ku şert û mercên "civîna kongreyê" ava bike. Lê dewleta ku çavê hemûyan lê ye, tevî ku mehek di ser bangawaziyê re derbas bûye jî tu gav neavêtine.     Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Eylem Arzû Kayaoglûyê der barê bangewaziyê û pêvajoya piştî wê de nirxandin kir.   SERERASKIRINÊN HIQÛQÎ   Eylem Arzû Kayaoglûyê diyar kir ku ne berdana girtiyên nexweş û şewitandina înfazan binpêkirinên herî giran in û got: "Em dibînin ku tevî ku 30 sal derbas bûne û dema berdana wan a bi şert hatiye jî, bi awayekî keyfî, bi biryarên derqanûnî û alîgir înfaza wan tê şewitandin. Piştî serlêdanên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bersiva ku nêzî 4 hezar kesên cezayê muebeda giran xwarine hat. Lê em difikirin ku hejmar zêdetir e."    Eylem Arzu Kayaoglûyê bal kişand ser girtiyên nexweş û diyar kir ku ji bo berdana wan hem li dadgehên herêmî hem jî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan kirine. Eylem Arzû Kayaoglûyê diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan divê biryarên Saziya Tipa Edlî (ATK) bên rakirin û got ku banga Abdullah Ocalan gelekî bi qîmet e û divê dewlet li gel bangawaziyê der barê girtîgehan de hin serasrlkirinan bike.    Eylem Arzu Kayaoglûyê anî ziman ku ji bo pêvajoya piştî bangawaziyê bi rengekî aram bimeşe divê şert û mercên fizîkî û rêyên ragihandinê yên Abdullah Ocalan bên başkirin û got: "Helbet di vê pêvajoyê de gelek gavên ku divê desthilat biavêje hene. Daxuyaniya birêz Ocalan û ragihandina agirbestê ya ji aliyê PKK'ê ve hatiye dayîn gelekî bi qîmet in. Lê ji bo pêvajo rast bimeşe pêşî divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê."   Eylem Arzû Kayaoglûyê bal kişand ser biryara DMME'yê ya der barê "mafê hêviyê" de jî û got ku divê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan bê sepandin û ji bo vê deng bê bilindkirin.    MA / Yeşîm Tukel