Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû 2025-04-07 12:05:42   STENBOL - Di hinceta biryara cezayê li melayên Kurd hatiye birîn de gotina “rojî serhildaneke li dijî zilmê ye”, protestoya qeyûm û banga tevlibûna daxuyaniyan weke sûc hatin nîşandan û bi van hincetan îdiaya “armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê ye” hate kirin.     Di sala 2021’ê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” der heqê 23 melayên Kurd ku endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) ne û xutbe û weazên bi Kurdî didan, doz hate vekirin û ceza hate birîn. Hinceta biryara doza melayên Kurd hate aşkerakirin. 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di dozê de ji bo 6 melayan biryara beraetê, ji bo 9’an bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê, ji bo 3’yan cezayê 7 sal û 6 mehan, ji bo 4’an bi îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî dane rêxistinê” 2 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê, hinceta biryara cezayê ku di 25’ê Cotmeha 2024’an de dabû, aşkera kir. Di biryarê de hate gotin ku Enver Karabey jiyana xwe ji dest daye lewma doza wî betal bûye, ji bo îdiaya der heqê Halîl Bulut, Hasan Karahan, Îbrahîm Yalin, Abdulhadî Oztekîn, Alî Demîr û Mehmet Nas bi sedema ku delîlên “pêbawer” nînin cuda cuda biryara beraetê da.    Di biryarê de ji bo Sefa Mehmetoglû hate gotin ku di lêkolîna daneyên dijîtal de derketiye holê ku di amadekirina salnameya 2021’ê ya DÎAYDER’ê de haya wî ji hin rojên têkildarî Kurd û Kurdistanê hebû, wêneyê wî bi Serokê Civaka Îslamî ya Demokratîk (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli re heye, axaftina bi Turhalli re, pirtûkên Abdullah Ocalan li mala wî hatine dîtin û bi hinceta nivîsên wî yên di rojnameya Ozgur Gundemê de ceza hatiye dayin. Di biryara bihincet de her wiha cih da nirxandina di îdianameyê de ya têkildarî nivîsa Mehmetoglû ya li ser hesaba facebookê ya Kongeya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) hatibû parvekirin. Di biryara bihincet de nirxandina di îdianameyê de ku dibêje “Gotina ‘rojî serhildana li dijî hemû pergalane’ provaya çalakiyên bêîteatiya sivîl in” di cih de hat dîtin û îdiaya “Mehmetoglû bi van nivîsên xwe bi zanebûn û bi dilxwazî armanc kiriye ku îdeolojiya rêxistinê belav bike û alîkariyê bide rêxistinê” hat kirin.    JI GOTINA ‘JI FILISTÎNÊ RE HÊSIR JI KURDAN RE ZILM’ CEZA DAN    Mela Lutfu Buyukefe di weazekî xwe de digot “(...) ceameta biqîmet, li welatê em lê dijîn heke serokkomar aştîxwaz nebe, heke neheq be li pêşiya me jî rêyeke girîng vedibe. Ev rê dê li ser bingeha azadî, aştî, têkoşîn, yekitî û hevgirtinê be. Baweriya me ya di vê rêyê de cîhad e, taet e (...)” Di gotineke xwe ya din de jî Buyukefe digot; “Divê kesên ji bo Filistînê hêsiran dibarînin, li dijî zilma ser Kurdan bêdeng nemînin.” Ev her du weaz weke hinceta cezayê hatin nîşandan. Ji ber van gotinan hate îdiakirin ku Buyukefe sûcê “bi weazên xwe hewl da bandora rêxistinê ya li ser girseya oldar zêde bike, hewl da dilsoziya gel a bi rêxistinê re qut nebe û alîkarî daye armanc û îdeolojiya rêxistinê” kiriye.    Di biryarê de hate îdiakirin ku Mehmet Înan bi alîkariya DÎAYDER'ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê weke mirîşo dest bi kar kiriye û ji ber beşdarbûna Înan a bernameyên TV’yan ên weşana bi Kurdî dikin, dayina aîdatê ya ji bo DÎAYDER’ê ku endamê wê ye, tevlibûna çalakî û xwepêşandanan, îdiayên “alîkarî daye rêxistinê” û “çalakiyên xizmetê ji îdeolojiya rêxistinê re dikin” hatin kirin.    Di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de çûna mela Fevzî Bariş a li ser sînorê Kobanê û çalakiya rojiyê ya bi daxwaza sekinandina qedexeyên derketina kolanan û operasyonên di sala 2015’an de, di biryarê de weke “çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya armancên rêxistinê de” hatin nirxandin û hate îdiakirin ku Bariş bi van çalakiyan “alîkarî daye rêxistinê”.    LIHEVANÎNA MALBATAN KIRIN SÛC    Di biryara bihincet de ji bo Tunç jî hate gotin ku “Li ser telefonê bi kesên têkiliya wan bi rêxistinê re heye re axiviye”, “wêneyê Mahsun Korkmaz li ser ekrana telefona wî hatiye dîtin”, “Alîkarî daye malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane” û “Malbatên di navbera wan de neyarî hebû lihev aniye” û bi van sedeman îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin.    Di biryara bihincet de ji bo mela Alî Fuat Hatîp jî ji ber “Beşdarî bernameyên televîzyonê yên bi Kurdî bûye” û “Alîkarî daye malbatên tê îdiakirin têkiliya wan bi rêxistinê re heye” îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin.    TEVLIBÛNA DAXUYANIYA LI DIJÎ QEYÛM    Tevlibûna mela Îbrahîm Şek a çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûsê li dijî êrişên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, di dema qedexeya derketina kolanan de mayina wî ya li Farqîn a Amedê û şandina pereyan a ji xizmên xwe yên girtî re weke hinceta cezayê hate nîşandan. Di biryarê de her wiha weazên Şek ên li dijî DAIŞ’ê û tevlibûna wî ya daxuyaniya di 23’yê Îlona 2019’an a li dijî tayînkirina qeyûman weke sûc hate nîşandan. Di biryarê de hate îdiakirin ku bi van çalakiyan re Şek sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye.    CIBE Û ŞAŞIK WEKE SÛC HATE DÎTIN    Li Mala Nûr Mehhet Işik hebûna wêneyê kurê wî yê endamê PKK’ê Kasim Işik, endamtiya wî ya DÎAYDER'ê, tevlîbûna wî ya li xebatên Kongreya Îslama Demokratîk, xwendina mewlûdê, di axaftinên xwe de ji bo PKK'yiyan weke ‘gerîla’ pênasekirin, lixwekirina cibe û şaşikê û tevlîbûna li daxuyaniyên DÎAYDER'ê wek hinceta ‘endametiya rêxistinê’ hat dîtin.    ENDAMTIYA DÎAYDER'Ê WEKE SÛC HATE DÎTIN!   Di biryara ku hat îdiakirin ku naveroka weazên Aydin Ayhan ‘siyasî’ ye û Ayhan beşdarî ‘rojiyên berxwedanê’ bûye, hat xwestin ku di dema qedexeyên derketina derve de xwestiye operasyon bên rawestandin û beşdarî daxuyanî û hevdîtinên komeleya ku endamê wê ye bûye û hat îdîakirin ku sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ kiriye.   Di biryarê de sedema cezayê ku ji bo Nasrî Tonguç ji bo ‘endametiya rêxistinê’ hatiye dayîn, weke îdîaya ‘bi telefonê bi kesên girêdayî rêxistinê re têkildar in’ hat nîşandan û tevlîbûna wî ya li daxuyaniya DÎAYDER’ê ya ‘Nedayîna cenazeyan li dijî Îslamê ye’ û ji bo protestokirina operasyonên li dijî siyasetmedarên di bin navê KCK'ê de hatine girtin û pêşkeşkirina daxwaznameya ‘Ez jî KCK'î me’ hat dayîn.   Di biryarê de endamtiya Nezîr Erdemcî ya DÎAYDER'ê, ‘hevdîtina wî ya bi kesên ku tê îdîakirin bi rêxistinê re ne’, di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Rezan a Amedê bû, Fahrettîn Ulgûn ê hesabgirê komeleyê bûye û endamtiya wî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) weke sedemên ‘endametiya rêxistinê’ hat nîşandan.   DAXWAZA AZADIYA OCALAN   Di biryarê de, Ekrem Baran, Mehmet Emîn Aslan û Riza Ogur ku ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji ber vê yekê der barê serokê komeleyê, rêveberî, daxuyaniyên çapemeniyê yên ku beşdar bibûn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ‘mîmarê aştiyê’ û daxwazên wan ên serbestberdanê û parastina wan ku ‘xwerêveberî’ li gorî Îslamê ye, wek hincet hat nîşandin. Di biryara bi sedem de, tevlîbûna Baran, Aslan û Ogur a daxuyaniya bi sernavê ‘Em li dijî qeyûm li cem gel in’ û di bernameyên televîzyonê de jî îdîaya ku ‘axaftinên rêxistinî kirine’ wek hinceta ceza hatin destnîşankirin. Di biryarê de hat îdîakirin ku  3 melayan ‘bi bikaranîna nasnameya xwe ya olî û bi bangkirina raya giştî û sempatîzaniyê hewl dane îdeolojiya rêxistinê bidin qebûlkirin’.    MA / Omer Îbrahîmoglû