Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî 2025-04-22 12:18:47 COLEMÊRG - Girtiyê bi navê Engîn Ûysal ê li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê dimîne diyar kir ku di hevdîtina bi malbata xwe re ew birine hucreya yek kesî. Girtiyê bi navê Engîn Ûysal ê 9 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Erzînganê dimîne di telefona bi malbata xwe re diyar kir ku ew û girtiyên siyasî birine hucreya yek kesî. Hat gotin Ûysal diyar kiriye ku wê careke din derfet a wan a axaftina bi telefonê tune be. Malbatê diyar kir ku ew ji tiştên qewimîne bi fikar in û banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Dayika wî Şehîrstan Ûysal qala axaftina bi telefonê ya 20'ê Nîsanê ya bi kurê xwe re kir û wiha got: "Kurê min got, bi qasî hefteyekê ew û gelek girtiyên siyasî li hucreyên yek kesî hatine bicihkirin. Diyar kir ku hemû malzemeyên wî yên jiyanî hatine desteserkirin û ew di hucreyeke tarî de tên ragirtin. Kurê min got; 'Dayê, ev dikare bibe telefona min a dawî. Şert û mercên li vir roj bi roj dijwartir dibin. Em di bin zexteke mezin de ne.' Ji ber gotinên kurê xwe pir bi fikar im."   'TOLA JI GIRTIYAN DIGIRIN'     Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayik Şehîrstan Ûysal bal kişan ser zextên ku hikûmeta AKP'ê li girtiyan dike û wiha got: "Ev pêvajoyeke çawa ye? Ma pêvajo bi vî rengî tê meşandin? Divê demildest girtiyên siyasî serbest bên berdan. Pêvajoyeke bi vî rengî heye, lê hînê gaveke şênber nehatiye avêtin û zext roj bi roj zêde dibin. Ji hefteyekê zêdetir e min ji kurê xwe nebihîst. Dema ku li girtîgehê geriyam, ji gardiyanê hîn bûm ku ew li hucreya yek kesî hatiye bicihkirin. Di pêvajoyeke tê meşandin de tol ji girtiyan tê girtin. Eger ev ne tolhildan be, çima di vê pêvajoyê de ew xistin hucreya yekkesî?"   Piştî ku ev bûyer qewimîn malbatê serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê da û daxwaza desteka hiqûqî kir.