AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin 2025-04-23 14:51:02   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê got ku heta niha jî tu îxbarên windahiyên can û hilweşînê ji bo Navenda Banga Lezgîn a 112’ê nehatine kirin.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) têkildarî erdheja li Stenbolê daxuyaniyeke nû weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber erdhejê, bajarên Stenbol, Tekîrdag, Yalova, Bursa û Balikesîrê hejiyane.    Bi domdarî hate gotin ku heta niha jî tu îxbarên windahiyên can û hilweşînê ji bo Navenda Banga Lezgîn a 112’ê nehatine kirin.