Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir 2025-04-24 11:07:09 ENQERE - Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dest pên kir.  Hevdîtina di navbera Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a li avahiya wezaretê dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di şandeyê de cih girtin.    Di hevdîtinê de li bendê ye ku mijarên weke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mavê hêviyê, rewşa girtiyên nexweş, qanûna înfazkirina cezayan, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û hwd. bên nîqaşkirin.      Her wiha tê payin ku şandeya DEM Partiyê dosyayeke radestî Tunç bike.