Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn 2025-04-25 12:19:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kutahyayê bi pileyên 4.5 û 4.6’ê du erdhej çêbûn. Piştre jî li du navçeyan li dibistanan navber dan perwerdeyê.   Îro di danê sibehê de li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn. Erdjeha ewil saet di 7.23'yê de bi pileya 4.5’ê çêbû. Demekî kin piştre saet di 7.29'ê de bi pileya 3.9’ê erdhejeke din çêbû. Navenda wan navçeya Sîmavê gelek erdhejên din ên biçûk çêbûn û herî dawî saet di 10.20’ê de bi mezinahiya 4.6’ê dîsa erdhej çêbû.    Heta niha tu windahiyên canî û malî çêbûne. Walîtiya Kutahyayê ji ber erdhejan, li navçeyên Sîmav û Pazarlarê û gundên girêdayî wan ji bo rojekê navber da perwerdeyê.