Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan 2025-04-30 09:46:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîr û Stenbolê beriya 1’ê Gulanê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Serokê Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê Savaş Candemîr û hevjîna wî Gulsen Candemîr, xwendekarên zanîngehê, sendîkavan, endamên Partiya Kedê, SOL Partî, TÎP û Partîzanê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.    STENBOL    Endamên Komîteya Amadekar a 1’ê Gulana Taksîmê ya Stenbolê ku duh li Beyoglûyê daxuyanî dabûn jî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar a li Fatîhê. Serokê Giştî yê Kataş-Senê Şahîn Başaraner û Sekreterê Rêxistinkirinê yê Înşaat-Îş’ê Yûnûs Ozgur jî di nav binçavkiriyan de ne.