‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’ 2025-05-15 17:04:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soz hate dayin ku dê xeyalên wan pêk bînin.    Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin liadrxistin.    ŞIRNEX     Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kesan, li avahiya DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Şehîd fermandarên me ne em leşkerên wan in" û wêneyên Kaytan, Altûn û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin hilayîstin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin" û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin.    Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di bîranînê de got ku têkoşîna Kaytan û Altûn ber bi azadiyê ve diçe û ew ê têkoşîna wan mezin bikin.    Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Esmer Çikmaz jî got ku weke dayik ew ê têkoşîna Kaytan û Altûn mezin bikin û ev tişt anî ziman: “Dê bîranîna wan her tim bi me re bijî. Em ê wan tu caran ji bîr nekin û dê têkoşîna wan bijî. Em ê xeyalên wan pêk bînin û xeyalên wan heta digihijin serkeftinê em ê têbikoşin.”    Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal  Aslan jî got ku têkoşîna tê dayin dê bigihije armanca xwe û ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.    Piştî axaftinan, belgefîlmeke ku Kaytan û Altûn vedigot û sînevîzyona “Şehîdên Gulanê” hate pêşandan.    ÎDIR     Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî û DBP’ê bîranîn hate lidarxistin. Gelek welatî tev li bîranîna li avahiya DEM Partiyê bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê ji bo Kaytan û Altûn nivîsandibûn hatin xwendin. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.    MÛŞ   Li avahiya DBP’ê ya Mûşê jî bîranîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Welatiyan, helbestên Kaytan xwendin.    EDENE     Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê jî hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya AKKAY-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin. DBP, TJA, HDK, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, AATUHAY-DER û gelek kes tev li bûn. Bi wêneyên Altûn û Kaytan quncikê bîranînê hate amadekirin. Di bîranînê de sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Her wiha ji dengê Kaytan helbestên wî hate guhdarîkirin. Hinek helbestên Kaytan jî ciwanan xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    Li rêxistinên DEM Partiyê yên Mêrsîn û Antalyayê jî bîranîn hatin lidarxistin û gelek kes tev li bûn.    MÊRDÎN      Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li Mêrdînê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li eywana konferansan a avahiya DEM Partiyê ya bajar hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Wêneyên Kaytan û Altûn danîn eywanê û li dora wan jî qurnefîl û find hatin bicihkirin. Aktîvîsta TJA’yê Şîrîn Damar di bîranînê de helbesta Kaytan a “Ez Mirov Bûm” xwend. Piştre jî Mehmet Şîrîn Bariş ku li Zindana Hejmar 5 a Amedê li gel Altûn û Kaytan bi hev re mabû bîranînên xwe vegot û bal kişand ser aliyên têkoşer ên Kaytan û Altûn. Bîranîn, piştî axaftinan bi dawî bû.    ÊLIH     Li Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatiyan bîranîn hat lidarxistin. Li Eywanê wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.    SÊRT    Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan.    ÇEWLIG   Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Çewligê merasîma bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi belavkirina loqmeyê bi dawî bû.    XARPÊT   Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist û gelek kes tev li bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina helbestan bi dawî bû.    STENBOL     Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelîevler a Stenbolê jî bîranîn li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Gelek caran dirûşma "Şehîd namirin"  hate berzkirin. Di bîranînê de quncikeke ku wêneyên Kaytan û Altûn hatin bicihkirin hate avakirin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Dayikên Aştiyê di bîranînê de axivîn û gotin ku ew ê xeyalên Kaytan û Altûn pêk bînin û serkeftina  wan e.