Rojnameger Oznûr Deger hate berdan 2025-05-22 13:09:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Oznûr Deger di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.    Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê rojnameger Oznûr Deger di 7'ê Sibatê de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, li mala xwe ya li Qoser a Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin û girtin. Danişîna ewil a doza Oznûr Degerê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Oznûr Deger ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û parêzerên wê jî di danişînê de amade bû. Her wiha Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî danişîn şopandin.    Di îdianameya Oznûr Degerê de parvekirinên wê yên li ser medyaya dijîtal, parvekirinên der heqê rojnamevan Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgînê de ku weke "endamên rêxistinê" hatine nîşandan û her wiha wêneyê birayê wê Abdulselam Değer (Kendal Qoser) jî weke sûc hatin nîşandan.      Di danişînê de biryara qedexeya derketine derveyî welat û tehliyeya bi şertê kontrola edlî hate dayin. Doz taloqî 21'ê Cotmehê hat kirin.