Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan 2025-06-07 09:00:25   AMED - Xebatên madenê yên endamê AKP'ê Îsmet Olmez ên li gundên girêdayî navçeya Pîran gel bê nefes hişt. Welatiyan diyar kirin ku ji bo rawestandina xebatên madenê li benda piştevaniyê ne.   Li taxên Pîrejmo û Herido yên navçeya Pîran a Amedê xebatên madenê yên Olmez Dogu Madencilik Nakliyat Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi li gel bertekên welatiyan jî berdewam dikin. Şîrket bi salan e li herêmê madenên zirîç (kurşun) û çînko derdixîne. Xwediyê vê şîrketê Îsmît Olmez ê ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de li Colemêrgê weke namzetê şaredariyê yê AKP'ê hate nîşandan. Her wiha kanên madenê yên Îsmet Olmez xwezaya Colemêrgê jî wêran kiriye.     Şîrketê bi daxwaza zêdekirina kapasîteyê di 26'ê Tîrmeha 2022'an de serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê da. Wezaretê di 24'ê Tebaxa 2022'an de biryara 'Nirxandina Bandora Hawirdorê ya Erênî' da û çarçoveya lêgerînên li qadeke ji 24,94 hektarî hatin kirin, derket 532,77 hektarî. Li herêmê ji ber xebatên madenê bi sedan dar hatin qutkirin û zeviyên çandiniyê zerar dîtin. Dînamîta ku di dema lêgerîna madenê de hate teqandin, li gundan bû sedema hilweşînê. Rez ji ber toza ku çêbûye ziwa bûye û ji ber bikaranîna wesayîtên peywirdar rê nayên bikaranîn.   Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 2'ê Hezîranê de li herêmê lêkolîn kirin. Şêniyên gundan banga betalkirina xebatên madenê dikin.    ZIRARÊ DIDE TENDURISTIYÊ   Keyayê gundê Pîrejman Mehmet Ulgaç bibîr xist ku di sala 1992'an de bi bahaneya 'ewlekariyê' tax hatiye valakirin û hatiye şewitandin û wiha got: "Niha jî bi projeyên mîna maden, petrol, bendav û santralên hîdroelektrîk re dixwazin mirovan ji malên wan derxînin. Mayinê taxa me mîna vîrûsê enfeksiyon girt. Mirov ji bo mayîna ji vê toz û dûmanê têdikoşin. Hinek ji ber nexweşiyên pişikê mirine. Di sala 2006 'an de dema li vê derê xebatên madenê nehatin kirin, bavê min bronşît hebû. Li ser şîreta doktor me ew anî gund. Piştî destpêkirina van xebatên madenê yên 2012-2013'an, bavê min 5 caran sewqî lênêrîna giran hat kirin û 2 sal berê jiyana xwe ji dest da. Sedema wê jî toza ji ber xebatên madenê bû."   Ulgaç diyar kir ku ew li dijî madenê li benda piştevaniyê ne û got, "Xwezaya li vir tê qetilkirin jiyana me ye. Darek tê wateya yek jiyanê. Hewaya ku em nefesê distîne, oksîjen jî jehr e. Niha jî pêvajoya hiqûqî didome. Armanca me ya yekane sekinandina van rantxwuran e."   NIKARIN NEFESÊ BIGIRIN   Hatûn Akay (86) ku nerazîbûna xwe ya li hemberî xebatên madenê nîşan da got, "Îsal darên behîv, tirî û zebze berhem nedan. Dema ku di xebatên madenê de dînamîtan diteqînin, mala me diheje. Di encama dînamîta teqiyayî de asîman di nava tozê de winda dibe. Em di nava vê tozê de bêhnê vedidin. Êdî em nikarin nefesê bigirin."   BANGA PIŞTGIRIYÊ   Abdullah Îzgî ku da zanîn ku mayinê hem zerar daye mirovan hem jî xwezayê û wiha got: "Ji ber mayinê êdî fêkî û zebze nikarin li bexçeyan bên çandin. Darên behîvê geş nabin. Kargehan herêmê ji hev vediqetînin. Ji ber madenê hilberîn çênabe. Dema ku hilberîn tune be, gel axê terk dike. Divê civaka demokratîk û rêxistinên civaka sivîl piştgiriyê bidin me. Pêwîste em erdnîgariya xwe bi giştî biparêzin. Ji bo parastina xwezayê jî di vê mijarê de çi ji destê me bê em ê bikin."   Nexweşa astimê Ayşe Yûrtsever diyar kir ku toza ji herêma madenê radibe bandoreke neyînî li wê dike û got, "Dema toz radibe, derî û paceyan digrim. Tenê em zirarê nabînin her wiha heywan û nebatjî zirarê dibînin. Ji ber vê yekê em keşfên madenê naxwazin."   Şinî Ezgî (87) bal kişand e ku divê xweza zêdetir neyê tunekirin û wiha got: "Bexçeyê me ji ber tozê ziwa bûye, em nikarin ji tiştekî sûdê werbigirin. Ji ber tozê em bi zehmetî bêhnê vedidin. Divê êdî ev lêgerîna madenê bê rawestandin."   Husnu Yurtsever bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: "Bacan û xiyarên ku me li vir dixwarin, beriya xebatên madenê tehmeke cuda hebû. Lê piştî ku ew dînamît di sala 2011'an de teqiyan, hemû rez û baxçe hişk bûn. Min berê ji dareke behîvê 2 kîs behîv berhev dikir, lê îro nikarim behîveke bi tenê jî hilgirim. Em dixwazin ev xebat bên rawestandin û em dixwazin her kes piştgiriyê bide me."   MA / Heval Onkol