Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê 2025-06-07 09:01:13   DÊRSIM – Pervîn Kaçan a ku şansê xwe yê azadiya aborî ji ber zewacê winda kir û piştî hevberdanê û çend hewldanan azadiya aboriya xwe bi dest xist, şîreta xeyalan bikin, destpê bikin û dê xweza alîkariyê bide we kir.   Mîna gelek jinan, Pervîn Kaçan a 50 salî jî ku şensê xwe yê azadiya aboriyê ji ber zewacê winda kir, di 43 saliya xwe de ji hev cihê bû û piştî ku karên cuda meşand, ji bo debara her du zarokên xwe cihek vekir. Pervin Kaçan a li Dêrsîmê dijî, piştî karên rojane cihek kar vekir, gelek caran hewl da debara xwe ya rojane bike û gelek caran bi pirsa 'Ez dikarim çi bikim?' ji xwe pirsî. Piştî hevberdanê Pervin Kaçan, bi navê 'Xonca' cihek vekir û bi zaravayê Kirmançkî tê wateya sifreyê û ji ber baş fêrbûna Kirmanckî navê 'Honca Yufka' li ser tabelaya cihê kar nivîsandiye.    XEYALA XWE PÊK ANÎ   Pervîn Kaçan piştî hevberdanê hewl dide li ser piya bimîne û wiha got: "Di destpêkê de min bi paqijkirina derenceyan dest bi kar kir. Wexta ku min dest bi sekina li ser xwe kir, bi destpêkirina pandemiyê ra hevdem bû. Dema asê dibim ji xwe dipirsim, 'ez dikarim çi bikim?' Ez qet nabêjim, 'ez mehkûm im, ez ji hev ketim'. Dibe ku rûne û dilê xwe bigirîm, lê belê ez lê dinêrim bê dikarim çi bikim û rêya xwe bidomînim. Pirsa 'Ez dikarim çi bikim?' her tim xeyala min bû ku di nava wê da dest bi karê xwe bikim. Lê helbet jiyan dijwar e; zehmetiyên aborî hebûn, zarokên min biçûk bûn. Rahênerê pêşî yê qursê ez çûm ji min pirsî bê ka ez ê biçim mala wê paqij bikim an na. Ji ber vê yekê ez çûm mala wê paqij bikim. Min xwe pir xirab hîs kir ku wekî ku min tiştekî şaş kiribe. Piştre min fêm kir ku qezenckirina pereyan bi keda xwe ne tiştekî xerab e."   ŞEV Û ROJ XEBAT   Pervîn Kaçan ku diyar kir ku wê demê dixwest dest bi karê xwe bike û bi xebitandina karên ku dîtiye re xwestiye pereyan teserûf bike û wiha got: "Di wê pêvajoyê de min projeyek pêşkêşî KAMER'ê kiribû. Dihate payin ku ji Yekîtiya Ewropayê ji bo hilberînerên jin destek were standin. Projeya min hat qebûlkirin, lê belê ji ber ku karên min ên ewraq kêm in, belgeyên min hatin vegerandin. Bêguman di nava wê demê de min karê xwe dewam kir û ji bo danîna karê xwe min hewl dida budçeyeke biçûk biafirînim. Min dê li dû xaniyek a din paqij bikira. Piştre min dest bi lêxistina pitikên orîgamî kir ku min li ser înternetê dîtîye. Ez hîn bûm ku wan ji vîdeoyên ku min li ser înternetê temaşe kirine çêkim. Di nava rojê de min diçû paqijî dikir û bi şev digeriyam."   Pervîn Kaçan a ku bi pêşniyara hevalekê xwe dest bi çêkirina nanê tenik (yufka) kir û wiha axivî: "Di wê pêvajoyê de hem hînî nezîkatiyên kar kir, hem jî pere da min. Di destpêkê de min hevîr û nanê tenik baş çênedikir. Carinan min nekarî xwe li ser pêyan bigirim. Hevalê ku min pê dest bi kar kir, di vê mijarê de gelekî alîkar bû. Wê ez motîve kirim û got, 'Tu dikarî bike, tu yê bi ser bikevî'. Gotinên wê Menekşe rê li pêşiya min vekir. Heta wê demê, ez li ser hilberandina kuvarkên îstîrîdyeyê an jî destpêkirina şîrketeke paqijîyê difikirîm. Ji nişka ve, min bala xwe da çêkirina hevîr. Li gel ku ez ne zêde profesyonel bûm jî, karekî ku ez bikarim bikim û ez pê hesiyam bû. Di roja sêyemîn de min dest bi kar kir, min vîdeoya hevala xwe Menekşe kêşand, piştre temaşe dikir û hewl dida karê xwe baştir bikim."   'XEBATKARA KARÊ XWE ME'   Pervîn Kaçan anî ziman ku ji ber krîza aboriyê ew bi tenê dikare debara xwe bike û got, "Ez ê ji kesî re nexwazim, ez hem jiyana xwe hem jî dikana xwe bi rê ve dibim, heta ku pêwîstî pê nebe. Ji ber ku gav bi gav diçim û hêviyên xwe kêm dihêlim, ez dikarim li vir îdare bikim û pêdiviyên xwe tedarik bikim, niha ji bo min serkeftinek e. Ji ber krîza aboriyê lêçûn hîn bêhtir zêde bûn. Tu nikarî careke din bi heman buhayî tiştekî ji bazarê bikirî. Em tevahiya salê bi heman buhayî nan difiroşin. Baş e ez çi bikim? Carinan min mesrefên xwe yên jiyanî bi xwe qut dikir. Ez hewl didim bi awayekî hevsengiyê bikim. Firotin bi awayekî xwezayî zivistanê kêmtir e. Li vê derê, em ne tenê nan difiroşin, di heman demê de tiştên mîna kevzê çêdikin û difiroşin. Niha, ez xebatkarê karê xwe me."   BI PIŞTGIRIYA HEVALÊN XWE JIN   Pervîn Kaçan diyar kir ku cihê vekiriye encama ked û piştevaniya jinan e û wiha berdewam kir: "Ev der ne tenê ya min e, ya me ye. Dema min ev der vekir, min destek ji gelek hevalên jin wergirt. Mînak, hevalekî min kulîlk danî ber derî. Wexta min tune ye ku ez li eniyê binêrim, wê ew xweşik kir. Yekî din bi telefonê karê min kir. Hevaleka jin ya nenas, li vir bi rêvebirina tiştan tevkarîyeka mezin kir. Min bi tena serê xwe venekir; me vekir. Hevgirtina jinan ji bo min esas e. Ez jî ji dil û can beşdarî hevgirtinê dibim. Hevalên min ên jin şansê min ê herî mezin e. Ez dixwazim vê ji jinan re bibêjim: Xeyal bikin, birêve, dinya wê rê li ber we veke."   MA / Şîrvan Şîlan Çîl