Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne 2025-06-09 09:00:57   AMED - Parêzer Rihan Gok anî ziman ku sererastkirinên qanûnî yên der barê înfazê de li dijî rêgeza wekheviyê ye. Rihan Gok, diyar kir ku 10'emîn Pakêta Darazê ku ketiye meriyetê pêwîstiyan bi cih nayne û li gorî hiqûqa dewletê nîne.   Li aliyekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di rojevê de ye û li aliyê din jî 10'emîn Pakêta Darazê ya ku di raya giştî de hêviyên mezin çêbûn ji aliyê hemû beşên civakê wek kêm hat dîtin. Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Rihan Gok têkildarî paketê axivî.    Rihan Gok diyar kir ku qanûna înfaza ceza ya heyî pêkanînên cudakar û newekhev kûr tir dike û wiha got: "Hin cureyên sûcan dikarin sûdê ji kêmkirina cezayan bigirin jî, girtiyên siyasî tevî ku di heman şert û mercan de tên ragirtin, nikarin ji van kêmkirina cezayan sûdê werbigirin. Ji ber newekheviya cewhera qanûna înfaza ceza, helwestên rêveberiya girtîgehê, dozger, dadgerên înfazê û heta xebatkarên tenduristiyê yên ji tedawiya girtiyan berpirsyar, meylên cihêkariyê nîşan didin. Rewşa heyî ya qanûna înfaza ceza di van rewşan de têr dike û dihêle ku pêk bên. Pêkanînên ku di nava civakê de cemaweriyê dikin û rik û dijminatiyê di nava gel de teşhîr dikin, divê tavilê bên sekinandin."   MAFÊ HÊVIYÊ TUNE TÊ HESIBANDIN   Rihan Gok diyar kir ku rêziknameyên di 10'emîn Pakêta Darazê ya ku ket meriyetê ji bo pêvajoyê ne guncaw in û wiha axivî: "Di demên ku mijara wekheviya ceza gelek caran tê nîqaşkirin de, dihat payîn ku ev mijar di pakêta dadgeriyê ya nû de bê nirxandin. Lê belê 10'emîn Pakêta Darazê, şêweyekî qanûna bicihanînê ya heyî ye, ku li dijî prensîba wekhevî û qedexekirina cihêkariyê ye. Di pakêta darazê ya ku ketiye meriyetê de 'mafê hêviyê' ji nedîtî ve tê, di pêvajoya îcrayê ya cezayê muebbetê yê girankirî de ti guhertin ek nîne û têkildarî keyfîtiyê ku hema bêje hêmaneke ontololojîk a biryarên Desteya Îdarî û Çavdêriyê ye, ti hikum nîne. Ji ber vê yekê hêmanên ji bo civakê û pêvajoya ji bo ewlekirina dewleta hiqûqê yên pêwîst pêk nehatine."   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Rîhan Gok da zanîn ku di 10'emîn Paketa Darazê de der barê girtiyên nexweş de ya ku sererastkirinên qanûnî nîn in û wiha got: "Li ber çavan e ku raporên ATK'ê yên der barê girtiyên nexweş de bi nêzîkatiyeke ne zanistî û alîgir tên weşandin, di vî warî de sererastkirinek neyê pêşxistin dê rê li ber mirinên li girtîgehan veke. Dîsa di şert û mercên cezayê giran ê muebbetê de ji bo van girtiyên nexweş cudahiyek heye. Mixabin bi pakêta darazê ya nû re jî ev cudahî ji holê ranebûye. Ji ber vê yekê, di forma xwe ya heyî de pakêta darazê wê binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê girtiyên nexweş ve hatine jiyîn çareser neke."   RÊGEZA WEKHEVIYÊ   Rîham Gok diyar kir ku di rêziknameyê de girtiyên nexweş ên cezayê muebbetê yên girankirî girtine ne tenê binpêkirina mafên tenduristî û jiyanê ne tenê binpêkirina prensîba "wekheviyê" ya li pêş qanûnê ye û got, "Dema ku divê şert û mercên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ji aliyê desteya tenduristiyê ya zanistî û bêalî ve bên nirxandin jî, nirxandinên ji ber sedemên siyasî tên kirin û serbestberdana şexsan tê astengkirin. Di qanûna îdamê ya heyî de têkildarî van mijaran ti tedbîr nayên girtin. Ev rewş di biryaran de keyfîbûn û bêhiqûqiyê derdixîne holê. Tevî ku mirov ên nexweşiyên wan ên giran ên kronîk hene jî, ji bo di girtîgehê de bimînin, di girtîgehan de dihêlin. Ji ber raporên nayên xeyalkirin û biryarên ne li ser çavdêrîkirinê, mirinên mîna cînayetan li girtîgehan rû didin. Dema taloqkirina vê pirsgirêkê dikare encamên xetereya jiyanî bi xwe re bîne, neavêtina ti gavan bandoreke neyînî li baweriya civakê ya bi pêvajoyê û edaletê dike. Divê di zûtirîn demê de tedbîrên pêwîst bên girtin û guhertinên pêwîst bên kirin."   DIVÊ GIRTÎGEH BÊN ŞOPANDIN   Rîhan Gok bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha berdewam kir: "Divê şert û mercên taloqkirina înfazê bêyî ku cudahiyê der barê girtiyên nexweş de yên giran tir bikin bên nirxandin. Divê hikum û astengiyên têkildarî vê yekê ji qanûn û hiqûqê bên derxistin. Divê Desteyên Îdarî û Çavdêriyê yên ku di qada hiqûqî de xwedî avabûneke nedemokratîk in û ji îstîsmarê re vekirî ne, bên rakirin. Divê hêzên dîsîplînê li pîvanên adil bên entegrekirin û biryarên di vî warî de hatine dayîn bibin mijara çavdêrîkirinê. Bi nirxandina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re, mafê hêviyê yanî mafê girtiyekî xwedî bendewariyeke rewa ya berdana rojekê, parçeyekî bingehîn û ji hev cuda yê rûmeta mirovahiyê ye. Di vê çarçoveyê de, bi guhertinên qanûnî re divê mafê hêviyê ji mirovan re bê dayîn ku weke ferzeke mafê xwe yê jiyana bi rûmet bijîn.   Şefafiyeta qanûnî garantiya dewleta hiqûqê ye. Saziyên dewletê yên ku îdîa dikin dewleta hiqûqê diparêz in, divê ji lêkolînkirinê re vekirî bin. Rewşa heyî ya girtîgehan, zêde nayên zanîn, divê bên guhertin ku pêkanîn û şert û merc bên şopandin. Ev rewş temînata hiqûqî ya mirovan pêk tîne.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel